Dikandarên Amedê: Nebûna aramiyê sedema krîza aboriyê ye

Dikandarên Amedê anîn ziman ku derfetên gel ên ji bo kirînê kêm bûne û gotin, "Nebûna aramî û aştiyê sedema krîza aboriyê ye ku derfetên mirovan jî kêm dike."

Rejîma AKP-MHP'ê ku budçeyê bi giranî li şer bi kar tîne, krîza aboriyê her giran dike û berdêla vê yekê jî dikeve ser milê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê.

Dikandarên Amedê ji ANF'ê re qala rewşa karê xwe û derfetên gel kirin.

'KES NIKARE DERKEVE DERVE'

Ramazan Atalay anî ziman ku bi salan e ew esnaftiyê li Amedê dike, gel ji ber xizaniyê nikare li bazarê tiştekî bikire. Atalay got, "Piştî ku buhayê firingiyan ku kîloyeke xwe bû 7-8 lîreyî mirov mîna berê nikarin bikirin. Ji ber bêkariyê mirov nikarin derkevin derve. Em dibînin 70 ji sedî yên mirovên tên bazarê derfetên wan ên kirînê nîne. Bi destvala ji bazarê derdikevin. Mîna berê bi kîloyan nikarin bikirin. Piştî ku li bazarê geriyan bexdenûz û nîv kîlo gêzer dikire."

'BI HEZARAN MALBAT NIKARIN XWE BIGIHÎNIN SERÊ MEHÊ'

Mehmet Emîn Ûçar jî qala atmosfera bazarê kir û got, "Bi taybetî zivistanê fiyet zêde dibin. Maeşê mirovan û buhayê tiştên ku dikirin li hev nakin. Bi hezaran malbat hene ku nikarin xwe bigihînin serê mehê. Ji ber vê yekê niha her tişt rawestiya. Her kes li gorî xwe rewşa aboriyê dinirxîne, li gorî hinekan krîz heye li gorî hinekan nîne. Eger îro derfetên min ên kirînê kêm bûye wê demê rewş nebaş e. Lê belê ji bo parlamenterekî ku maeşê xwe 20 hezar e krîza aboriyê nîne, ji ber ku derfetên xwe yên kirînê heye. Ji bo mirovekî ku bi mûçeyê kêmtirîn dixebite mirov nikare bêje ku rewşa aboriyê baş e."

Esnafekî din ê bi navê Mûstafa Zana jî destnîşan kir ku sedema krîza aboriyê nebûna aramiyê ye û got, "Ji ber ku aştî û aramî nîne hêza mirovan a kirînê nîne, krîza aboriyê heye. Eger li welatekî aştî û aramî nebe, li wê derê aborî nîne. Rewşa mirovan ne xema dewlet û desthilatdariyê ye. Lê belê gel wê rojekê hesab ji wan bipirse. Eger dixwazin rewşa aboriye baş bibe, divê aştî û aramiyê pêk bînin. Gelo bûyerên xwekuştinê ji ber xwe ve dibe? Mirovekî ku nikare nan bibe mala xwe naxwaze bijî."

BILA KES NEBÊJE 'KRÎZ NÎNE'

Osman Bal jî ragihand ku li gorî salên derbasbûyî kirîn û firotin kêm bûye û got, "Êdî kirîn û firotin gihîştiye asta rawestînê. Dikandarên ku berê 6 rojên hefteyê dikana xwe vedikir, niha êdî 2 rojan vedike. Ji ber ku bêkarî zêde dibe. Rayedarên hikumetê dibêjin ku rewşa aboriyê abş e. Rewş qet nebaş e. Krîza aboriyê heye. Bila kes nebêje 'nîne'. Krîz bi qasî Tirkiyeyê li devereke din nîne."