Ji bo Îngîlaz bikaribe Osmaniyan têk bibe, polîtîkayek perçekirin û qetilkirinê li ser kozmopolîteya Kurdistan û Tirkiyê birêve bir. Di encama vê de gelek gelên di hindikahiyê de li komkujiyê re derbas bûn. Niha hebûna pirek ji wan jî tenê di gotinê de ye. Aşûrî jî yek ji wan qewmane ku bi lîstikên îngîlîzan li komkujiyê re derbas bûne. Yên ji wê komkujiyê filitîne ji bo bikaribin bijîn di sala 1914’an de dest bi jiyana koçê kirine.
Ewilê koçî Rojhilatê Kurdistanê kirine û piştre careke din vedigerin cihê ku lê koç kirine. Di sala 1918’an de ji ber şerê wana yê di navbera Osmaniyan de careke dinê ji herêmê koç dikin û derbasî Başûrê Kurdistanê dibin. Neçarin koçî cihêkî bibin ku bikaribin debara jiyana xwe lê bikin. Lewma jî berê xwe didin Deşta Nehlê ya girêdayî herêma Garê. Li deşta Nehlê gelek cihên jiyanê ji bo xwe ava dikin û di sala 1924’an bi giştî li deverê bi cih dibin.
Bavikê destpêkê li devera bi cih dibe Qesraniyên eşîra Tiyarî ne. Piştî li vê deverê bi cih dibin, Aşûriyên dinê jî didin pey wan û li germnm bi cih dibin. Dema Aşûrî dikevin vê deverê, ev dever vala ye û kesên destpêkê li wê derê bi cih dibin Aşûrî ne. Li wê derê perestgehên xwe, dibistanên xwe û hwd qadên xwe yên jiyanê ava dikin. Aşûriyên li vê herêmê debara xwe ya jiyanê bi çandinî û ajalvaniyê dikin. Gelê Aşûrî ji şerê herêmê yên salên 1960’î heya salên 1990’î bandor bûne. Gelek caran jî neçar mane ku gundên xwe biterikînin. Li gel van hemûyan jî jiyana xwe birêve birine û pergala xwe dane rûniştandin. Aşûriyên vê herêmê ji 5 bavikan pêk tê. Qesranî, Gipeyî, Minyanişî, Bêlatî û Zawîteyî bavikên eşîra Tiyarî ya Aşûriyan e. Serokeşîrê wan Melîkxoşawayî yê ku ji bavikê Qesranî ye. Aşûrî li nav hevdu hevgirtî ne û lewma jî kêşeyên xwe li nav xwe çareser dikin ango bi rêka melikên xwe çareser dikin. Di heman demê de Aşûrî li parlementoya Iraq û ya hikumeta herêmî xwedî nûner in.
Yek ji xelkên ku li Deşta Nehlê ya girêdayî herêma Garê dijîn jî Eşîra Zêbarî ya Kurdan e. Xelkê Zêbarî ji ber tunebûna derfetan û ji ber şer, ji devera Zêbarî koç kirine û di salên 1960’an de li devera deşta Nehlê ya girêdayî herêma Garê bi cih bûne. Ev eşîr yek ji eşîrên herî mezin a Başûrê Kurdistanê ye. Li nava şoreşa Kurdistana Başûr bi çalakî cih girtine. Dema eşîra Zêbarî dikeve herêma Garê li wê derê xelkê Aşûrî bi cih bûye û pergala xwe ava kiriye. Di destpêkê de di navbera her du qewman de alozî derdikevin. Lê şûnde ev alozî cihê xwe ji aramî û hevgirtinê re dihêle. Xelkê Zêbarî jî piştî Aşûriyan xelkê herî qedîm ê vê herêmê ye. Ji gundê Dînarte heya gundê Dûpirê yên girêdayî herêma Garê xelkê Zêbarî dijîn. Ji gundê Keşkawa heya gundê Çemrobotkî yên girêdayî herêma Garê jî xelkê Aşûrî dijîn. Xelkê Zêbarî jî debara xwe ya jiyanê bi çandinî û ajalvaniyê dike. Kêşeyên li navbeyna xwe jî bi rêbazên demokratîk çareser dikin. Xelkê Zêbarî jî ji şerên sala 1960 heya salên 1990’î li herêmê qewimîne bandor bûne û gelek caran ji ber şeran ev mintiqe terikandine û dûbarê lê bi cih bûne.
Her çiqas çand û baweriya xelkê Zêbarî û Aşûrî ji hev cuda jî be, bi hevdu re di nav hevgirtinekî de dijîn û ji çand û baweriyên hevdu re rêz digirin. Bi vî awayî jiyana xwe bi hevdu re didomînin. Bi piştgiriya dewleta Tirk operasyonên ku PDK li herêma Nehlê dike û ji ber zextên PDK’ê wisa lê hatiye ku Aşûrî û xelkên Zêbarî yên ku li nav aramiyê dijiyan nikarin li vê deverê bijîn, debara jiyana xwe bikin. Li gor prosedûrê heya van demên dawiyê jî ev herdu xelkên herêmê di bin desthilatiya PDK’ê de dijiyan, lê belê bi tu awayî li gor polîtîkayên PDK’ê tevnegeriyan, jiyana xwe bi xwe rê ve dibirin, di rastiyê de bi tu awayî ne girêdayî PDK’ê ne. Lewma ji bo PDK xelkê Aşûrî û Zêbarî bike binê venêraniya xwe bi hinceta PKK’ê dixwaze operasyonê li vê herêmê bi rê ve bibe.
Xelkê Zêbarî û Aşûrî ku li devera Nehlê dijîn li vê siyaseta qirêj a PDK bi piştgiriya dewleta Tirk dimeşîne hesiyane, lewma serî li hemberî zextên faşîzan ên PDK’ê natewînin û yêkîtiya xwe xurt dikin. Hêzên ji yêkîtî û hevgirtina gelan ditirsin mehkûmê têkçûnê ne.