Dibistana Kurdî ya ku qeyûm veguherandî xirbeyê wê ji nû ve were vekirin

Dibistana zimanê Kurdî ya Fatma Tokat ku sala 2017’an ji aliyê qeyûm ve hate girtin û bûbû xirbe wê ji aliyê Şaredariya Rêya Armûşê ve ji nû ve were vekirin.

Navenda Perwerdehiya Fatma Tokat ku sala 2015’an ji aliyê Şaredariya Rêya Armûşê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bûbû Dibistana Zimanê Kurdî sala 2017’an ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin. Dibistana zimanê Kurdî ya Fatma Tokat di nava 2 salan de bi dehan xwendekar perwerde kir. Di nava 2 salan de perwerdehiya bi zimanê dayikê hate dayîn. Dibistan ji aliyê qeyûm ve hate girtin. Hemû dîwarên dibistanê hatine hilweşandin û ref jî veguherîne xirbeyê.

Şaredariya Rêya Armûşê daxuyaniyek da û ragihand ku ew ê di demek nêz de ji nû ve dibistanê vebikin.

Hevserokê Komeleya Lêgerîna Huner, Çand û Ziman (DÎSA-DER) Saih Sertkal ragihand ku polîtîkayên dij hiqûqê yên ku ji paşerojê heta roja îro li ser zimanê Kurdî tê kirin hê jî di sedsala 21’an de didomin.

Sertkal diyar kir ku li welatên herî paşverû yên muhafazakâr de ev pêkanîn nîne û li Tirkiyeyê bêtehamuliya li dijî zimanê Kurdî di asta herî jor de ye.

Sertkal bi domdarî got; “Piştî Rewşa Awarte di mijara ziman de komeleyên nû çêbûn. Li Wanê DÎSA-DER hate avakirin û ji bo van xebatan bû pêşeng.”

‘NÊZÎKTATIYA JI BO ZIMAN, NÊZIKATIYA JI BO HEMÛ NIRXAN DIYAR DIKE’

Sertkal da zanin ku ji nû ve vekirina dibistanê gelek girîng û bi wateye û wiha domand; “Ji nû ve vekirina Dibistana Zimanê Kurdî ya Fatma Tokat ji bo me û raya giştî ya demokratik gelek girîng û bi wate ye. Ziman yê gelekê dike gel e; hüner, hinceta hebûna çandê û yekane amûra ragihandinê ya ji mirovê destpêkê heta mirovê îro ye. Ji bo wê nêzikatiya ji bo ziman nêzîkatiya ji bo hemû nirxan diyar dike.”