Dibe ku mirov demek nêz de nekare li Başûrê Asyayê bijî!

Li gor zanyaran ji ber germbûna cîhanê cihê ewilîn ê dibe ku mirovahî bi girseyî terka wê bike Başûrê Asyayê ye.

Piştî germahiya neasayî ya meha Nîsanê, li Pakîstanê lehiyên mezin rabûn. Heta bi niha ji ber lehiyê 1136 kesan jiyana xwe ji dest daye. Parekî welêt, bûye mîna gola avê. Tê diyarkirin ku wê mirov neçar bimînin ku bi girseyî terka vê herêma li Başûrê Asyayê bikin. Sedema vê jî tê gotin ku kalîteya av û hewayê ye. Ango germahiya zêdeyê 35 pileyan û ji sedî 90 rêjeya nemê ya hewayê, ji bo jiyana mirov veterî ye.

Hêmaneke giring a din jî nebûna ewlehiya dexil û dan e.

Lêkolînera Navenda Lêkolînên Zanistî yên Neteweyî Sarah Safieddine ya bû mêvanê bernameyeke medyaya RTS ya Swîsreyê got: “Birinc ya jî nebatên havînê yên pembû, ber û berhemên ku mirov herî pir girêdayê wan in. Ev berhem, ji ber serma, şilî, hişkesalî ya jî şewatê biqedin dibe ku rê li ber koçberiyê vebibe.“

Zanyar dibêjin ku rêya çareseriyê ya sekinandina vê makîneyê kontrolkirina emîsyonên gazê ye.

Midûrê Buroya Pakistanê yê Komeleya Helvetas a Swîsreyî Arjûmand Nîzamî yê fikarên xwe yê di der heqê avakirina jiyana pêşerojê de anîn ziman û got: “Ji sedî 40’ê mirovên ji cih û warê xwe bûne, di bin sînorê xizaniyê de dijîn û 2 milyon hektar erdê çandiniyê hatiye tunekirin. Ev karesateke ewlehiya dexil û dan e ku wê hêj heta bi çend mehên din jî dewam bike.“,