Di şewata Awûstralyayê de zêdetirî 400 kesî mirin

Hate gotin şewata mezin a daristanan ku bi mehan bandor li ser Awûstralyayê kirî, ji ber lewitandina hewayê bûye sedema mirina bi sedan kesî.

Ev mehek di ser krîza şewata daristanê re derbas bû. Awûstralyayê hê jî birînên xwe dipêçe.
Şewata daristanan a di navbeyna Îlona 2019' û Sibata 2020'an de bû sedema bobelateke mezin a ekolojîk.

Bi milyaran heywan mirin. Bi hezaran xanî bûne xwelî, 33 kes di nav alavan de man û mirin.
Li gorî lêkolînekê ya ku di kovara The Medîcal Journol of Australîa de weşiyayî, şewat bi rengekî nerasterast jî bû sedema mirina gelek kesan.

417 KES BI RENGEKÎ NERASTERAST MIRIN

Ew encam derket ku piranî jê ji ber gemariya hewayê, 417 kes mirin.

Fay Johston, ku li Zanîngeha Tasmanyayê lêkolê pisporê gemariya atmosferîk e, got li gel nexşeya qirêjahiya hewayê ya ji ber şewatan, li ser rêjeya mirina texmînan dikin.

Li gorî daneyên ku bi vê rêbazê hatine bidestxistin, 1.305 kes ji ber sedema şewata daristanan ketina krîza bêhnefişkiyê û li serwîsên lezgîn tedawiya wan hatiye kirin. Li gel vê 3 hezar û 151 kes ji ber sedema pirgirêkên hilmstandina li nexweşxaneyan hatine qebûlkirin.

Li gorî eynî lêkolînê dûxan ji şewatê derketî bi heftiyan bandora xwe li ser 80 ji 100'yî yê nifûsa Awûstralyayê kir û ev jî dibe 20 milyon kes.

Li gorî lêkolîneke dî ku Zanîngeha Netewî ya Awûstralyayê kirî, sêka nifûsa welêt ji bi rengên cuda zirar dît.