Di sala 2020’ê de germahiya kurewî zêde bû

Sala borî germaniya kurewî di asta rekorê de bilind bû û li gorî rêjeya beriya dema pîşesaziyê 1,25 pile hê zêdetir bû.

Li gorî daneyên ji aliyê Servîsa Guherîna Avhewayê ya di çarçoveya Copernîcûs a ji bernameyên Yekîtiya Ewropayê (YE) de, di astekî xeter a rekorê de germahiya kurewî ya sala 2020’ê derket pêşberî me.

Li gorî encamên destpêkê ku wê agahiyên zêdetir hefteya bê, bên weşandin, sala 2020’ê li gel sala 2016’an germahiya kurewî li gorî rêjeya beriya pîşesaziyê bûye sala herî germ. Li gorî vê germahiya kurewî ya sala 2020’ê li gorî rêjeya sedsala 19’an 1,25 zêdetir bûye.

Li gorî daneyên C3S’yê bal kişand ku wê germahiya kurewî di deh salên dawî de zêdetir bûye, ev rêje her 10 salan bi qasî 0,2 pileyî zêdetir bûye. Asta zêdebûna germahiyê bi taybet di navbera salên 2015-2020’ê di nava 5 salên dawî de hê zêdetir xwe nîşan daye.

Li gorî C3S’yê, germahiya kurewî ya li qitaya Ewropayê li gorî rêjeya sedsala 19’an 2,2 pile zêdetir bûye. Li Cemsera Bakur jî rêjeya bilindbûna germaniyê ya sala 2020’ê jî li gorî nirxê wê yê referans jorî 6 pileyê bû.