Di operasyona li dijî bazirganên zarokan de, 70’ê kes hatin destgîrkirin

Li Ewropayê li dijî çeteyên ku bazirganiya zarokan dikin operasyonek hate lidarxistin. Di operasyonê de 70’ê kes hatin destgîrkirin.

Operasyon ji aliyê Europal ve hate kirin û hate diyar kirin ku 53 zarok weke qûrban hatine tespîtkirin.

Polîsê têkoşîna sûcên krîmînal a Ewropayê jî piştgirî da operasyona ku ji aliyê Europal ve hate kirin.

Di encama operasyonê de 34 kes bi sûcê “nêzîkatiyên xirab a li dijî mirovan”, 36 kes bi “dizî, weşandina vîdeoyên zayendî ku zarok dileyzin, hêsanî kirina koçberiya bi qaçax” tên sûcdar kirin.

Li 18 welatên ewropayê di encama xebatên li ser 206 kesên mûhtemel “qûrban” de hate diyar kirin ku 53 zarokên ne wekhev hatine tespîtkirin.

Di tevayî lêpirsinê de 127 hezar kes, 63.800 wesayît û 1100 cih hatine lêkolînkirin û ev jî ji aiyê ajansê ve hate eşkerekirin.

16 welatên endam di nava wan de Elmaya, Belçîka, Îspanyaya jî hene piştgirî da operasyona ku ji aliyê Brîtanyaya Mezin ve hatî kirin.