Di nava çand û wêjeya Kurdî de cihê piştevaniyê

Çanda piştevaniyê li Kurdistanê her tim hebû. Jiyana li nava gundan bi piştgiriya li hev dibihurî. Ev rê û rêbaza jiyanê bi wêjeya devkî ya Kurdî dihate xemilandin.

Kurd di vê dema têkoşîna dijî şewbê de ji bo piştgiriya hev bikin, kampanya û organîzasyonan li dar dixin. Ya rast, çanda piştevaniyê li Kurdistanê her tim girîng bû. Bi wêjeya devkî jî ji nifşên paşerojê re hate ragihandin.

Ji dawiya sedsala 19'an heta destpêka sedsala 20'an gelek komeleyên Kurdan çêbûn ku mêvandarî ji gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd re kirin. Di çand û rewşenbîriya Kurdî de rola van komeleyan girîng bûn. Hin ji wan tevî têkoşîna ji bo mafên Kurdan her wiha ji bo alîkarî û piştevaniyê dixebitîn. Komela Vîna Zexm a Kurdistanê, Komela Hevkarî û Pêşketina Kurd, Komela Xwendekarên Kurd Hevî, Komeleya Hevkariya Kurdistanê, Komeleya Rênîşandan û Bilinkirina Kurdan û Komeleya Hevkariya Kurdistanê çend ji wan bûn.

Piştî ku Komara Tirkiyeyê tevgerên siyasî, çandî û civakî yên Kurdan qedexe kir, pêşeng, rewşenbîr û rûspiyên Kurdan ên wê demê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Tevgerên civakî û siyasî ku piştre di kategoriya rewşenbîriya Kurd a modern de dikarîbûn bihatina dîtin, ji aliyê Kurdan ve li vê herêma ji aliyê Kurdan ve weke Binxetê tê pênasekirin, dest pê kir. Ji wir gihîşt Heleb û Şamê, ji wir jî xwe gihand Beyrûd û Qahîreyê.

Xoybûn li paytexta Lubnan Beyrûdê bi pêşengiya Nûrî Dersimî, Ekrem Cemîlpaşa, Memdûh Selîm Celadet Alî Bedirxan û Kamûran Alî Bedirxan ve sala 1927'an ava bû û bû yek ji tevgerên civakî û siyasî yên herî girîng ku navê xwe li dîroka nêz a Kurdistanê nivîsî. Ne tenê wê demê, piştre jî Kurdên ji zilma dewleta Tirk reviyan xwe li Binxetê girtin û ji wir jî piştgiriya serhildanên biçûk-mezin ên li bakurê Kurdistanê kirin.

MÎNAKA PIŞTEVANIYÊ YA JI SALA 1932'AN Û VIR VE

Kovara Hawar sala 1932'an ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve li Şamê hate derxistin. Ji hejmara 2'emîn a kovarê em hîn dibin ku li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê "Civata arîkariyê ji bona belengazên Kurd li Cizîrê" ava bûye. Kesayetên Kurd ên wê demê Cegerxwîn, Dr. Ehmed Nafis, Ebdilrehmanê Eliyê Yûnis, Hemze Begê Muksî, Osman Sebrî, Resûl Axa, Hesenê Haco Axa û Eliyê Topiz pêşengî ji vê komeleyê re kirin û ji bo pêwîstiyên tenduristiyê û xwarinê ji Kurdên wê demê hewcedar bûn, hatiye avakirin.

Komele bi biryara Xoybûnê ava bûbû. Pereyê ku ji Kurdên dewlemend dihate komkirin dişandin navenda li bajarê Hesekê, ji wir jî li herêma Cizîrê li mirovên hewcedar dihate belavkirin. Di hejmara 1'ê Hezîrana 1932'an a kovara Hawarê de ev banga komeleyê hatibû weşandin: "Ey Kurdno! Em ewladên miletekî ne ku herî zêde divê em piştgiriya hev bikin. Cahîltiya me ji feqîriya me jî tê. Deynê mirovên hezkiriyên vî miletî ye ku destê xwe dirêjî hev bikin."

Piştî 'Tengaviya 1929'an' ku li gelemperiya cîhanê bû sedema birçîbûn, xelayê ya herî giran a sedsala dawî, vê komeleya piştevaniyê ya ku li parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ava bû, nayê zanîn ku xwarin biriye çend malên Kurdên xizan.

KOMELEYA SALA 1956'AN

Rewşen Bedirxan, Hesen Hişyar, Heyder Heyder û Osman Efendî sala 1956'an li mala Dr. Nûrî Dersimî ya li Helebê li hev kom bûn û bi navê Komela Zanistî û Alîkariya Kurd komeleyek ava kirin. Ji ber ku rêxistinbûna Kurdên li Sûriyeyê bi temamî hate qedexekirin, temenê wê tenê du sal bû. Komeleyê dixwest piştevaniya nava Kurdan xurt bike û têkoşîna maf û azadiyê ya Kurdan bi belavokên Erebî, Yewnanî û Fransî bide naskirin.

PIŞTEVANIYA DI NAVA WÊJEYA DEVKÎ DE

Di nava dîroka sed salî ya Kurdistanê de bêguman gelek mînakên piştevaniya rêxistinî hene. Eger em jiyana li bajarên nûjen deynin holê, dikarin bêjin ku çanda piştevaniyê li Kurdistanê heta roja îro gelekî girîng hatiye dîtin. Jiyana li gundan bi çanda piştevaniyê bihurandine. Ev rêbaza jiyanê bi wêjeya devkî ya Kurdan hatiye xemilandin û xurtkirin. Karên ku bi hevkarî dihatin kirin hem helbest, stran û çîrok xwedî dikirin, hem jî moral û tempo dida vê wêjeya devkî.

ZIBARE, ZÊW Û ŞEVBÊRK

"Zibare" li jiyana gundên li Kurdistanê sîstemeke piştevaniyê ye ku nebe nabe. Biharê, havîn û payîzê mirovan bi hev re li zevî, bax û baxçeyên hev bêyî ku berdêla wê bixwaze bi hev re dixebitîn û navê wê jî "Zibare" ye. Ev çand hîn jî li Kurdistanê didome. Di nava vî karî de ya herî girîng jî "Paleyî" ye ku gundî di dema çinîna genim, nîsk, nok û hwd. de li hev kom dibinû bi hev re vî karî dikin.

Li bax û baxçeyan jî "Merdan" bi hev re tê kirin. Li herêmên Botan û Xerzanê yên Kurdistanê ji karê çêkirina xaniyan re "Axaban" tê gotin ku ev kar bi hevkarî tê kirin. "Zêr" jî xwarina payîzê ya ji bo zarokan e. Zarok ji malê kevçiyan radihêjin û her sal bi dorê li malekê vê xwarinê dixwin.

Li gundên Kurdistanê "Şevbêrk" nebe nabe. Bi taybetî salên ku televîzyon û telefon nebûn, gundî her êvarê li gundekî li hev komdibûn, qala çîrok û bûyeran dikirin.