Di doza Vartînîs de ji sûcê ‘Ji îhmalê kuştin’ mutalaa hat dayîn

Di doza têkildarî qetilkirina yek jê jina ducanî 9 kesên li Bajaroka Vartinîsa Mûşê hatibûn qetilkirin de dozger îdîa kir ku ji ber îhmalê bersûcan 9 kes qetil kirine. Balkêş e ku desteya dadgehê jî biryara kontrola edlî ya bersûcan rakir.

Di doza têkildarî qetilkirina yek jê jina ducanî 9 kesên li Bajaroka Vartinîsa Mûşê hatibûn qetilkirin de dozger îdîa kir ku ji ber îhmalê bersûcan 9 kes qetil kirine. Balkêş e ku desteya dadgehê jî biryara kontrola edlî ya bersûcan rakir.

Li bajaroka Vartinîsa Mûşê di sala 1993'yan de leşkeran mala hemwelatiyê bi navê Nasir Ogut şewitandibû. Di encama weşatê de Ogut, hevsera wî ya ducanî û 7 zarokên wî jiyana xwe ji dest dabû. Doza têkildarî komkujiyê de hatibû vekirin bi hinceta, 'Ewlehiyê' ji Mûşê rakiribûn Kirikkaleyê. Îro 8'emîn rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê pêk hat. Di rûniştina doza ev 23 sale berdewam dike de hê jî bersûcek girtî tine ye. Li salona rûniştinê 4 bersûcên bêgirtin tên darizandin, parêzerên bersûcan û parêzerê malbata Ogut Kadîr Karaçelîk amade bûn. Dozgeriyê di rûniştinên berî niha de komkujî li ber çavan girtibû û ji ber her bersûcekî ji 180 salan heta 230 salan cezayê girtîgehê xwest. Balkêş e ku dozger di mutalaaya dayî de li gel vî cezayê xwestî jî îdîa kir ku komkujî ji ber 'îhmalê' pêk hatiye.

JI DADGEHÊ BIRYARA WEKÎ XELATÊ

Parêzerê malbata Ogut, Kadîr Karaçelîk di rûniştinê de parastin kir. Karaçelîk bertek nîşanî mutalaaya dozger a sedema komkujiyê wekî, 'îhmal' nîşan dide da û wiha got: "Em tevlî mutalaayê nabin. Komkujî bi awayek 'qestî' pêk hatiye." Karaçelîk derbirî ku biryara kontrola edlî ya bersûcan jî hatiye rakirin û wiha domand: "Bersûcan di rûniştina berî niha de jî îdîa kiribû ku şahidên bûyerê wê demê 10 salî bûne û ne mimkun e ku wan nas bikin. Li ser vê yekê ji Tipa Edlî rapor hate xwestin. Di raporê de diyar dike ku 'hişê şahidan li cih e' hatibû dayîn." Karaçelîk diyar kir ku doz taloqî 21 Kanûnê bû û rûniştina bê wê ya biryarê be.