Di çalakiya xizmên windayan de AKP hat protestokirin

Xizmên windayan li Amed, Êlih, Îzmîr û Şirnexê aqubeta xizmên xwe yên hatin windakirin pirsîn û bal kişandin ser komkujiyên di demên dawî pêk tên û gotin hê kiryarên salên 1990'an pêk hatin nehatin zelalkirin dest bi înfazên nû kirin.

Xizmên windayan li Amed, Êlih, Îzmîr û Şirnexê aqubeta xizmên xwe yên hatin windakirin pirsîn û bal kişandin ser  komkujiyên di demên dawî pêk tên û gotin hê kiryarên salên 1990'an pêk hatin nehatin zelalkirin dest bi înfazên nû kirin.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 340'an li Parka Koşuyolu li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Di çalakiya hefteyî de aqubeta Îbrahîm Aybî yê ku di sala 1993'yan de li gundika Kolgezer a navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê tîmên taybet ve ji malê hat girtin û hat windakirin pirsîn û xwestin kiryarên bûyerê bên darizandin. Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Muhterem Suren diyar kir ku pêvajoya pevçûnan careke din dest pê kir, gund carek edin tên valakirin û şewitandin, zarok tên kuştin, binçavkirinên bi komî pêk tên û daristan tên şewitandin. Suren anî ziman ku tiştên pêk tên bi fikar in û wiha got: "Bûyerên Silopiyê diltirsiyê pêk tînin. Dewlet careke din vegeriya pratîkên berê. Sîvîlan qetil dikin û weke terorîst ji raya gişt re parve dikin. Lê rastî ti caran nayên veşartin."

'GUNDÎ QETIL KIRIN GOTIN 'ME TERORÎST KUŞTIN'

Prz. ÎHD'ê Abdullah Zeytun çîroka Îbrahîm Aybî vegot. Zeytun nameya hevsera Aybî Leyla Aybî xwend:

"Di 12'ê Kanûna 1993'an de tîmên taybet bi ser gundê me de girtin û mala me dorpêç kirin. Pirsa hevserê min kirin û pişt hevserê min nasnameya xwe nîşan da bi 5 walatiyên gund re birin. Her çiqas welatiyên gund ji bo wan nebin ber xwe dan jî disa nebûn asteng. Piştî birin di demek kin de dengê çekan hat. Ez bi xaltiya hevserê xwe ber bi cihê dengê çekan hatin ve çûn. Li her derê leşker hebûn. Destûr nedan em biçin cihê bûyerê. Dema me pirsa dengê çekan jî ku hat kir gotin 'Me 5 terorîst kuştin' Dema min got ew 'hemû gundî bûn' heqaret li min kirin. Dema em çûn cihê bûyerê em rastî hovîtiyekê hatin. Rûyê hevserê min nîvek tinebû. Em bi alîkariya welatiyan hemû definkirin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

ÊLIH

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî bi heman armancê li Kolana Gulîstan çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku kiryarên cînayetên di salên 1990'î de pêk hatin hêj nehatin darizandin înfazên nû pêk hatin. Başaran anî ziman ku li Giyadînê du zarok hatin înfazkirin û wiha got: "Em bi komkujiyên dewletê re rû bi rû ne. Em çiqas dibêjin aştî ew ewqas êrîşê dikin û zarokan qetil dikin." Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Ahmet Bagadir jî axaftinekî kin kir.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên windayan jî bi heman armancê li Sumerpanka Konakê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Nûnerê ÎHD'ê yê Herêma Egeyê Alî Aydin daxuyanî xwend û diyar kir ku hikûmeta di 7'ê Hezîranê de ya xwest bi dest nexist welat ber bi şer ve bir. Aydin anî ziman ku operasyon bûn sedema mirina ciwanan û divê ev yekê bi dawî bibe.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

ŞIRNEX

Li Cizîrê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de cara 347'an aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin û windakirin pirsîn. Di çalakiyê de li dijî êrîş, pêkûtî û qatlîamên dewletê yên ku di demên dawî de pêk tên nerazîbûn hate nîşandan û hate gotin ev pêkanîn ji yên salên 90'an tarîtir in.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ji hêla JİTEM'ê ve hatine qetilkirin û windakirin bi pirsin di heftiya 347'emîn de li Kuçeya Hunerê hatin cem hev. Dayikan li qadê "Albuma şehidan" vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin hilgirtin. Di çalakiyê de saziyên weke ÎHD, MEYA-DER, TUHAD-FED, Komaleya Alimên Botanê û Dayikên Aşitiyê amade bûn. Sernavê dayikan Nunerê Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) Abdulkerîm Pusat çîroka windakirina Mehmet Findik, Omer Findik û Omer Kartal yên di sala 1995'an de ji hêla endamên JÎTEM'ê ve hatine windakirin vegot.

'LEŞKERAN JÊ ELOK XWESTIBÛN'

Pusat destnîşan kir ku di roja sersalê de Fermandariya Leşkerî ya Sîlopiya ji Mehmet Findikê muxtarê gundê Xwezayê xwestiye ku ji wan re elokê bîne. Pusat diyar kir ku Mehmet Findik birayê xwe Omer Findik û mirovê xwe Omer Kartal daye gel xwe û ji bo fermandariyê elok birine. Pusat da zanin ku piştî wê rojê malbatê çi agahî ji van kesan ne standiye û wiha axivi , "Pişti her sê heval venegariyan malê malbatên wan diçin fermandariya leşkeriyê. Leşker dibêjin elok dan me û derbasî Midûretiya Polîsan bûn. Malbat diçe cem polisan doza her sê kesan dike lê polis ceryana di temirinin û bi guleyan êrîşî malbatê dikin".

'DI REXÊ WESAYITÊ DE BOYAXA DERIYÊ MIDÛRIYETA POLÎSAN HEBÛ'

Pusat bilêv kir ku piştî malbat vegeryayi malê ji Sîlopiyê helikopterek rabûye û wiha axivi, "Malbatê guman kir ku her sê kes din ava helikopterê de ne. Malbat di serê sibê de cardin diçe Miduretiya Ewlekariyê û nêzi wir wesayita Mehmet Findik dibinin. Bi rexên wesayita Findik ve cihê boyaxa deriyê Miduretiya Ewlekariyê hebûn û her wiha li deriyê Miduretiya Ewlekariyê jî cihê kaş kirinê hebûn. Malbatê di derbarê van sê welatiyan de gelek lêkolîn kir lê heta niha cenazeyê wan jî nehatine ditin".

Pusat piştî çîrok vegot destnîşan kir ku di salên 90'î de gelek bûyerên wiha qewimine û bal kişand ser êrîşên dewletê yên rojên dawi de. Pusat diyar kir ku her roj li kolanan zarok tên qetilkirin û li çiyayan daristan tên şewitandin û bertek nîşanî dewletê da. Pusat da zanin ku bûyerên niha pêk tên ji salên 90'î tari tirin û bangewazî kir ku dewlet şerê daye dest pê kirin bide rawestan.

Piştî axaftinan dayikan 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.