Di bombebarankirina Tirkiyeyê de, 250 pez telef bûn

Li herêma Balekayetî ya Herêma Kurdistanê di êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk de, 250 pezên gundiyan telef bûn.

Balafirên Tirkiyê gundên Alane, Gunderoj û Azadî yên herêma Balekayetî kirin armanc. Bombardûman li gorî seata herêmê derdora 15:00’an destpê kir.

Li gundê Azadî 250 bizin û mihên welatiyê bi navê Seyid Hesen telef bûn.

Ji ber berdewambûna bombebaranê ti agahiyên din ne hatin bidestxistin.