'Desteserkirina şaredariyan gefê li tenduristiya gel dixwe'

Koordînasyona Heskîfê diyar kir, ji ber şewba vîrûsa koronayê li cîhanê dest ji gelek projeyên hilweşîner hatiye berdan û xwest, biryarên Bendava Ilisûyê, HES û qeyûman bên betalkirin.

Koordînasyona Heskîfê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Ji ber vîrûsa koronayê li cîhanê dest ji gelek projeyên hilweşîner (bi demkî jî be) hatiye berdan, lê belê desthilatdarî vê rewşê ji bo xwe weke firsendê dibîne."

Koordînasyona Heskîfê bi bîr xist, ku Farqîn, Licê, Erxenî û Êlih jî di nav de roja Duşemê gelek şaredariyên HDP'î hatin desteserkirin û destnîşan kir, desteserkirina şaredariyan gefê li tenduristiya gel dixwe.

GEF LI TENDURISTIYA GEL TÊ XWARIN

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Şaredarî li dijî şewbê têdikoşin, ji bo gel karibe bi tenduristiyeke baş jiyana xwe bidomîne di mijara pirsgirêka avê û çopê de bênavber xizmetê didin. Lewma desteserkirina şaredariyan gefa li tenduristiya gel e. Desthilatdarî bi tayînkirina qeyûman li şaredariyên Êlih û Amedê, rêveberiyên xwecihî dixe bin zext û serweriya xwe û îradeya gel desteser dike."

EKOSÎSTEM BI TEMAMÎ TÊ TÊKBIRIN

Koordînasyona Heskîfê ragihand, tayînkirina qeyûman a bi rengekî nehiqûqî, pêwendiya xwe yekser bi Bendava Ilisû û projeya HES'ê heye û diyar kir, "Xisara ku beriya niha piştî tayînkirina qeyûman derket eholê nîşaneya vê yekê ye. Şaredariya Êlihê biryar da ku dayina fatûreya avê bê taloqkirin, lê belê 12 saet piştî vê biryarê, qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Tayînkirina qeyûm di heman demê de êrişa li dijî mafê avê yê gel e. Desthilatdarî di nava van şert û ermcan de jî li dijî mafê avê polîtîkayê dimeşîne.

Weke ku tê zanîn ji Tîrmeha 2019'an û vir ve av li Bendava Ilisûyê digewime. Ava gola bendavê Heskîfê dadiqurtîne. Bi milyonan zindî ji ber ku av nagihêje wan dimirin, qadên wan ên jiyanê ji holê radibe. Ekosîstem bi temamî tê têkbirin. Li dijî çop a li gola bendavê DSÎ karekî nake.

GUND DI NAVA AVÊ DE DIMÎNIN, MAFÊ AVAHIYAN TÊ BINPÊKIRIN

Di demekê de ku li Tirkiye û cîhanê li dijî vîrûsa koronayê kampanya mayina li malê didomin û heta astekê derketina derve qedexe ye, ji ber ku devê Bendava Ilisûyê hatiye girtin av nagihêje hin gundan. 199 gund jî bi temamî yan jî beşek ji wan di nava avê de mane. Tenê ji bo 5 ji wan gundan cihê bicihbûnê hatiye avakirin. Gundiyên din ên ku devereke ku biçin nîne, bi tirs û fikara ku di her kêliyê de dikarin di nava avê de bimînin jiyana xwe didomînin. Gundiyên ku gundên wan di nava avê de mane û devereke ku biçin nîne, bi derfetên xwe kon vedane û ji neçarî di bin de dimînin. Gundî di nava van şert û mercên nebaş de li pêşberî şewbê bêparastin tên hiştin."

Koordînasyona Heskîf xwest, biryarên qeyûman tavilê bên betalkirin, Bendava Ilisû û HES tavilê bên rawestandin, devê bendavê bi kontrol bê vekirin û av serbest bê berdan.