Deşta Îdirê ya berhemdar dibe çol

Îdir ku li herêma Serhedê yek ji bajarên herî berhemdar e, dibe çol.

Kîmyager Yûsûf Abay diyar kir, ku ji bo pêşî li çolbûyî û rûdana erozyona ya li Îdir û navçeyên wê bê girtin divê tavilê gav bêne avêtin.

Li Îdirê ku xaka wê gelekî berhemdar e, her cûre zebze û fêkî şîn dibe. Berhemên li Îdirê çêdibin têra temamiya bajarên li herêmê dikin.

Kîmyager Yûsûf Abay bi bîr xist ku Îdir xwedî cografyayeke gelekî bilind e, lê tevî vê jî bi lez dibe çol.

Abay got, "Îdir li nava deştekê ye ku li derdora wê çiyayên Elegez, çiyayên Agirî, çiyayên Zor û çiyayên Arasê hene. Deşta Îdirê ku bi Çemê Arasê tê avdan, ji bo her cûre çandiniyê guncaw e. Salane bi nîvekî 250-260 mm baran dibare, li gel Gola Xwê û derdora wê yek ji du herêmên ku kêm baran lê dibare. Germahiya li Îdirê derdora 11-12 pile ye. Ji ber taybetmendiya xwe ya avhewaya mîkroklîma ji aliyê jiyana heywan û nebatan ve yek ji bajarên herî dewlemend e. Li gorî lêkolînekê ji sedî 49 ê cûreyên çûkan salê carekê tên deşta Îdirê."

FAKTORÊN KU BANDORÊ LI ÇOLBÛYÎNÊ DIKIN

Abay ragihand ku li gel vê dewlemendiya Îdirê mixabin dibe çol û faktorên ku bandorê li pêvajoya çolbûnê dikin, vegot:

"Navçeya Aralikê ya li rojhilatê Îdirê û quntara Çiyayê Agirî ji niha ve mîna çolê xuya dikin. Ev qad duyemîn qada herî mezin e ku erozyona ba lê rû dide. Faktorên ku vê herêmê dikin çol ew e ku giha, xaka wê ye. Li navçeya Tûzlûca ya Îdirê girên gokkûşagi duyemîn qada herî mezin a erozyona li Îdirê ye. Li herdu herêman ji ber erozyona ba û lehiyê berê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji bilî van deveran tehtên Erhaci, çêrgehên gundên Halfelî û Xoşxeber, qadên ji erozyona bê ye. Faktorên ku li Îdirê dibin sedema çolbûyînê bi vî rengî dikarin bên vegotin: Asta cografîk a herêmê, asta barîna baranê, xwedîkirina sewalan, çandiniya bê plan, ziwakirina çiravan ji bo çandiniyê, kanên xîz û kevir, avakirina bajar li ser qada çandiniyê û kêmkirina qadên şênkahî û daran, projeyên HES û bendavên li ser Çemê Arasê."

Abay destnîşan kir ku ji bo pêşî li çolbûyîna Îdir û navçeyên wê bê girtin, ji bo pêşî li erozyonê bê girtin divê tavilê gav bêne avêtin.