Dêra Sor dikin bin parastin

Dêra Sor dikin bin parastin

Dêra Ermeniya ya Surp Kevork (Dêra Sor) ku 1500 saliye, bi Heskêfa ku dê di bin ava benda Ilisu de bimîne re serî li bernameya parastina 7 hebûnên çandî  yên herî bi rîsk a Europa Nostra da.

Li seranserê Ewropayê ji 50 welatî 250 saziyên sivîl Europa Nostra avakirin.  Ji sala 1963’an het aniha jib o mîrateyên dîrokî yên di bin rîskê de bên parastin xebatan dimeşînin. Europa Nostra di meha çile ya borî de ligel Xelatên parastina Mîrateya Çandî ya Yekitiya Ewropayê ‘Bernameya Parastina 7 Hebûnen Çandî  yên bi rîsk’ da destpêkirin.

Ji 21 welatî di nava 40 berandaman de Dêra Ermenî ya Surp Kevork ket rêza 14’an. 7 hebûnên çandî yên di bin rîskê de dê di 16’ê hezîranê de li Atînayê piştî lutkeyê dê bê aşkerakirin.