'Dengbêjî ruhê çandê ye'
Dengbêj Bekir Akkus diyar kir, dengbêjî ruhê mirovahî û çandê ye û got, eger civakê heta roja îro karîbûye çand, huner û dîroka xwe biparêze, bêguman ev bi saya dengbêjên nemir e.
Dengbêj Bekir Akkus diyar kir, dengbêjî ruhê mirovahî û çandê ye û got, eger civakê heta roja îro karîbûye çand, huner û dîroka xwe biparêze, bêguman ev bi saya dengbêjên nemir e.
Dengbêjên Kurd ên nemir, çanda Kurdan bi awazên xwe yên hestiyar heya roja me anîne. Dengbêjan di heman demê de, hem dîroka Kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya Kurdan a devkî ji civaka Kurd re vegotine. Gelê Kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kiriye. Ev awaz weke çîrokan hatine guhdarîkirin. Di heman demê de wê awazê dîroka Kurdan a ne nivîskî jî hewandiye. Di çand û hunera gelê Kurd de roleke girîng a dengbêjên herêma Serhed û Botanê jî heye. Li herêmê Serhedê li bajarê Îdirê em bûn mêvanên yek ji dengbêjên bi nav û deng yên herêmê, Apê Bekir Akkus. Dengbêj Bekir Akkus ango bi navê xwe yê tê naskirin Dengbêj Apê Bekir (72) ji zarotiya xwe ve dest bi dengbêjiyê kiriye û heta roja me ya îro serpêhatî, bûyer û êşa gel bi awazên xwe yên xweş dixwîne.
JI ZAROKATIYÊ Û VIR DE KILAMAN DIBÊJE
Li ser çand û hunera Kurdî û rola dengbêjiyê em bi Apê Bekir Akkus re axivîn û wî jî bi hemû dilnizmiya xwe bersiv da pirsên me û wiha qala jiyana xwe ya dengbêjiyê kir: "Di zarokatiya xwe de min dest bi karê dengbêjiyê kir. Li gund ez çûm li ba bazirganekî bi navê Yusuf û ji wî hinek pêwîstî min girtin, apê Yusuf jî dengbêj bû. Di zarokatiyê de jî dengê min ji aliyê derdorê ve dihat heskirin. Min ji apê Yusuf re got, apê Yusuf ez dixwazim ji bo te kilamekê bibêjim û ji bo min got, lawê min biçe xewa min tê. Min bi israr got, Apê Yusuf ez klamekê bibêjim. Dema klam got, Apê Yusuf dengê min gelek eciband û got divê tu dest jê bernedî û xwe di dengbêjiyê de xurt bikî. Min ji wê demê û vir de dest bi dengbêjiyê kir."
'KUÇKA DENGBÊJAN'
Akkus da zanîn ku dema wî dest bi dengbêjiyê kiriye piranî bi kilamên xwe strandiye û wiha axivî: "Dema ez zarok bûm min dengbêjê bi navê Reşîdê Ehmed û Neviyê dengbêj ji bo xwe min mînak digirt. Piraniya stranên dengbêjiyê min bi xwe vehûnandîne û gelek jî ji Reşîdê Ehmed hîn bûme. Li gund her danê êvarî gundî di kuçka dengbêjan de dihatin ba hevdû û çîrok û destanên Kurdan bi rêya dengbêjiyê vedigotin. Çanda salên gundan gelek ji ya niha xweştir û bi watedar bû. Dengbêjan bi kilamên xwe yên xweş, çanda Kurdan herdem zindî li ser piyan digirt."
'DENGBÊJÎ RUHÊ MIROVAHIYÊ YE'
Dengbêj Bekir Akkus li ser girîngiya dengbêjiya Kurdî jî axivî û weha pêde çû: "Dengbêjî ruhê mirovahiyê ye û ruhê çandê ye. Eger civak heya roja îro karîbe çanda xwe, hunera xwe, dîroka xwe biparêze û were naskirin ev bê guman bi rêya dengbêjiyê pêk hatiye. Rast e, îro teknolojî bi pêş ketiye û mixabin dengbêjiya kevin hêdî, hêdî bandora xwe ji dest dide. Wekî din, nifşê nû li gorî nifşê kevin pir zêde eleqe nîşanî çanda dengbêjiyê nade, ev jî dibe sedem ku ev çanda me ya bi hezaran sal bi nemanê re rû bi rû bimîne."
'DI HER KURDEKÎ DE RUHÊ DENGBÊJIYÊ HEYE'
Akkus di asta hunera Kurdî de rola dengbêjiyê nirxand û da zanîn ku dengbêjî neynika çand û hunera Kurdî ye. Akkus weha dewam kir: "Dema em kilam û stranên dengbêjiyê dibêjin, gelekî hestiyar dibin. Hemû gel bi çanda xwe hene. Bi çanda xwe dikarin, xwe îfade bikin. Mirov nİkare civakeke bê çand tesewir bike. Tu gel bêçand jî nabe. Gelê Kurd jî çanda xwe bi dengbêjiyê, bi awayekî zelal raxistiye ber çavan. Mirov dikare hertiştî di nava dengbêjiyê de bibîne. Di dengbêjiyê de evînî, lehengî, serhildan, xweşikbûna xweza û welat heye. Di her mirovekî Kurd de ruhê dengbêjiyê heye."
'XWEDÎ LI DENGBÊJIYÊ DERKEVIN'
Akkus got, divê her Kurd xwedî li ruhê xwe yê dengbêjiyê derkeve û ev tişt got: "Li gorî demên bihurî ast û kalîteya muzîka Kurdî gelekî kêm bûye, ji ber ku di demên borî de mirovan êş, jiyan û destan bi dengbêjiyê îfade kirine. Lê belê em niha temaşeyî civaka xwe dikin, em dibînin ku texlîtkirin û bi zarê xelkê kirin heye. Çanda bav û kalên xwe ji dest dane. Çanda ji derve xistine nav çanda xwe. Ev dihêle ku çanda me bê kuştin. Bi taybet di van deman de ciwanên me xwe winda kirine û dest avêtine çanda biyanî. Ji bo ku çanda Kurdan a kevnar winda nebe divê her Kurdek xwedî li çanda xwe derkeve û ji bo dengbêjî li ser lingan bimîne bixebite."