Dengbêj Cemalê Mihê hate veşartin

Dengbêj Cemalê Mihê li Şirnexê hate veşartin.

Dengbêj Cemalê Mihê ku li navçeya Dergulê ya Şirnexê ji dayik bû û li Kurdistanê hate naskirin, salên dawî gelek pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hebûn.

Cemalê Mihê ku li nexweşxaneya Amedê dihate dermankirin doh ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.

Malbata wî cenazeyê Cemalê Mihê li Şirnexê li Goristana taxa Cûmhûriyetê veşart.