Demîrtaş: Wê ew winda bikin; gel, jin, karker û ciwan bi ser bikevin
Demîrtaş ê di mîtînga Bloka Aştiyê ya li Bakirkoyê de axivî got: “Eger hilbijartina zû dixwazin, em wan poşman ku hilbijartina zû pêk anîne.
Demîrtaş ê di mîtînga Bloka Aştiyê ya li Bakirkoyê de axivî got: “Eger hilbijartina zû dixwazin, em wan poşman ku hilbijartina zû pêk anîne.
Bloka Aştiyê li hember polîtîkayên şer ên topyekûn ên AKP’ê bi dirûşma, “AKP şer dixwaze, em ê aştiyê ava bikin” li Bakirkoyê mîtîngek pêk anî. Demîrtaş ê di mîtîngê de axivî got: “Eger hilbijartina zû dixwazin, em wan poşman ku hilbijartina zû pêk anîne.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di mîtînga Bloka Aştiyê ya li Bakirkoy a Stenbolê li hember polîtîkayên şer ên topyekûn ên AKP’ê bi dirûşma, “AKP şer dixwaze, em ê aştiyê ava bikin” ji aliyê Bloka Aştiyê pêk hat axivî. Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de got: “Ji dengên ku dibêjin, ‘Li vî welatî em ê ji bo berjewendî, hesabê ranta siyasî, evîna desthilatdariyê ya hin kesan zarokên xwe nekin kurban’ hezar silav” û kesên tevlî mîtîngê bûne silav kir. Demîrtaş diyar kir ku ji bo mirov temaşe bike bê wê şer çawa çêbibe li AKP’ê binêre bes e.
Demîrtaş di dewama axaftina xwe de diyar kir ku eger dengê aştiyê yê dehhezaran li Stenbolê li her deverê Tirkiyeyê belav bibe wê rojekê jî nikaribe şer dewam bike û got: “Dibêje em amade ne ewladên xwe feda bikin. Ya dibêjin ewlad jî hûn in. Pêwîst e dayik bêjin, 'Em ewladên xwe ji bo hûn li qesran rûnin, bidizin û bişelînin feda nakin’. Îro li welêt dînîtiya herî mezin dînîtiya ku ji aliyê AKP’ê ve tê kirine. Civak aştiyê dixwaze, PKK îlan dike ku amade ye aştiyê bike. Lê hûn dibêjin îleh em ê şer bikin."
Demîrtaş bang li Serokwezîr Davûtoglu kir û got ku dest ji talîmatdayîna ji HDP’ê re berde û wiha dewam kir: "Yê ev şer da destpêkirin hûn in. Yê ev agirbest xera kir hûn in. Ti fermanê nede me. Tişta dikeve ser milên te, mesafeyê bixe navbera xwe û terorê. Pêşî mesafeyê bixe navbera xwe û terora DAIŞ’ê. Ji ber ku HDP’ê bi derfetên demokrasiyê yên di destê xwe de ti ji desthilatdariyê anî xwarê. We çi kir, we dest avêt çekê. Yê ku divê mesafeyê bixe navbera xwe û çekê hûn in. Di rastiyê de divê hûn hesabê bidin vî gelî. Çekên we ji DAIŞ’ê re rê kir, bombeyên we bi TIR’an şand û lojîstîka we ji DAIŞ’ê re kir hemû sûc in. Ma me ev kirin. Kesên ji çekan hêviyan dikin hûn in. Kesê ku di qada demokratîk de nekare HDP’ê bi bin bixe û dest avêt çekê hûn in.”
Li Zergelê 8 sivîl qetil kirin. Birêz Davûtoglû ma me fermana Zergelê da? Çima hûn behsa vê nakin. Ka binêre medya te ya alîgir der bare komkujiya 8 sivîlan de manşetan diavêje. Dibêjin ‘Li Zergelê me li hedefê xist’. Naxwe hûn gihiştin armanca xwe. We sivîl qetil kirin. We li Roboskî, Gezî, Kobanê jî tam li hedefê xist. Naxwe hedefa we ev e. Hûn dixwazin gelê sivîl qetil bikin û di siyasetê de îradeya HDP’ê bişkînin. Wê dîsa sindoq bêne danîn, wê ew sindoq ji bo hewesên we yên bi tena serê xwe bibin desthilatdar bêne danîn. Ka binêrin em ê vê carê tam li hedefê bixin. Di sindoqê de em ê li hedefê bixin. Em ê AKP’ê di sindoqê veşêrin. Li hedefê xistin çi ye hûn ê wê demê bibînin.”
Demîrtaş bang li gel kir ku dengê aştiyê bilind bikin û got, “Eger dixwazin em berdêl bidin ma em kengî jê tirsiyane. Em yek diçin hezar tên. Li her derê dengê xwe bilind bikin. Li her cihê hûn lê ne dengê xwe bilind bikin. Eger hûn bixwazin wê aştî çêbe. Ne sibe, eger hûn bibêjin niha wê niha aştî çêbibe. Wê me tehdît bikin lê em ê li ser piyan bimînin. Her tişt ceribandin, wê hîn jî biceribînin. Ew tim bi bin ketin. Kesên ku ev şerê qirêj didan ferzkirin timî bûn aliyên winda dikin. Em timî mezin bûn û bi coş meşiyan. Wê dîsa ew bi bin bikevin, wê dîsa gel, jin, kedkar û ciwan bi ser bi kevin.”
Mîtîng piştî axaftina Demîrtaş bi dawî bû.