Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê tevlî bernameya Ozgur Radyo bû got: “Eger hevalên me sax bûna, wê ji me zêdetir kiribana. Yekane rêya dilsoziya bi bîranîna wan re bicihanîna soza ji me daye şehîdan e. Eger ew ji bo azadiyê têkoşiyan, em neçar in azadiyê diyarî şehîd û zarokên xwe bikin.”
Demîrtaş, diyar kir ku HDP nêzî serketinê bûye û got: “Bi sibeha 2’yê Mijdarê êdî pêvajoya têkoşîneke nû destpê dike. Bi baweriya ku em xwe hê bihêztir hîs dikin, dema mirov li ber xwe dide bi ser dikeve bi nîşaneyeke wê ya hê berbiçavtir em ê jiyanê hembêz bikin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, bû mêvanê Ozgur Radyo. Demîrtaş di bernameyê de bersiv da pirsên Koordînatora Weşana Giştî ya Ozgur Radyo Derya Okatan û Edîtora ETHA nûçegihana ANF’ê Arzû Demîr.
Demîrtaş diyar kir ku koalîsyona herî baş a HDP tê de cih digire ye û axaftina xwe wiha domand: “Ti îxtîmalên ku em bi MHP’ê re li hev bikin tinene. Ew 4 pîvanên wan daniye û her 3 pîvanên me bi ti awayî hevdu nagirin. Em pîvanên gerdûnî wek demokrasî, edalet û aştiyê datînin holê. Bê wê çawa demokrasî, edalet û aştî pêk were jî bi nexşerêyekê bi navbernavan em pêşkêş dikin. Em ê van pîvanên xwe bi partiyên ku ji nîqaşê re vekirî, lihevkirinê re vekirî re rûnin û alternatîfên koalîsyonê biaxivin.”
Êvara 7’ê Hezîranê li Tirkiyeyê atmosfera cejnê hebû. Kesên dengê xwe nedabûn HDP’ê jî serketin pîroz dikirin. Ji ber ku me rê li bêhnvedana Tirkiyeyê vekir.
Tirkiye ji qiraxa dîktatortiyê vegeriya. Qebûl nekirin û gotin, ‘Em careke din dikin’. Ez bawer im ku wê di 1’ê Mijdarê de ji ya 7’ê Hezîranê zêdetir bêhnê vede. Êdî em ê êvara 1’ê Mijdarê de bibînin ku pêşeroja me şekil digire. Di 6 mehan de welatê me veguherandin kabûsekê. Bi sibeha 2’yê Mijdarê êdî pêvajoya têkoşîneke nû destpê dike. Bi baweriya ku em xwe hê bihêztir hîs dikin, dema mirov li ber xwe dide bi ser dikeve bi nîşaneyeke wê ya hê berbiçavtir em ê jiyanê hembêz bikin.”
'BILA DI 1’Ê MIJDARÊ DE DU CEJN WERIN PÎROZKIRIN'
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Em ji bo çi van êşan tevahî dikşînin? Ji bo hêviyên xwe mezintir bikin, pêşeroja xwe azad bikin. Eger hevalên me sax bûna, wê ji me zêdetir kiribana. Yekane rêya dilsoziya bi bîranîna wan re bicihanîna soza ji me daye şehîdan e. Eger ew ji bo azadiyê têkoşiyan Em neçar in azadiyê diyarî şehîd û zarokên xwe bikin. Em çi bextewar in ku em ne bêçare ne. Eger li aliyekî êş û bêçaretî hebûya, wê hê girantir biba. Êşên me mezin in. Berdelên me dane mezin in, lê hêvî ji wê jî mezintir e. Ev nirxa moralê dihêle em li ser piyan bimînin. Wê 1’ê Mijdarê bibe serketinek ji wan a herî berbiçav. Hûn dizanin, serketina Kobanê li Tirkiyeyê ji bo tevahî kesên tên pelçiqandin bû hêvî. Nêzî 7’ê Hezîranê Girê Spî hat rizgarkirin, hem li Rojava hem jî li vir, du cejn bi hev re hatin pîrozkirin. Bi 1’ê Mijdarê re dema Cerablûs jî hat rizgarkirin, bi agahiya ku ji DAIŞ’ê paqij bûye, ez hêvî dikim ku êvara 1’ê Mijdarê em ê du cejnan bi hev re pîroz bikin.”