Dayikên Şemiyê ji bo nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê hat qetilkirin edalet xwestin. Îshak Tepe di çalakiyê de got ku kurê wî ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin û diyar kir ku komkujiyên dewletê di roja me ya îro de jî hê berdewam dikin.
Dayikên Şemiyê di hefteya 542. a lêgerîna edaletê de aqûbeta nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe pirs kir. Dayika Tepe Zubeyde Tepe anî ziman ku li vî welatî ne kujer yên bêsûc têne darizandin û got "Em ê wek Dayikên Şemiyê heya hesap bipirsin têkoşîna xwe berdewam bikin."
Dayikên Şemiyê di 542. hefteya lêgerîna edaletê de li Qada Galatasarayê civiyan. Dayikên Şemiyê, di destên wan de wêneyên kesên winda û qerenfîl aqûbeta nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe ku di 28'ê Tîrmeha 1993'an de hate revandin û qetil kirin pirsîn. Di çalakiyê de destpêkê bavê Fertah Tepe, Îshak Tepe axivî. Îshak Tepe anî ziman ku kujerên kurê wî diyar in û got, "Kurê min 22 sal berê ji aliyê dewletê ve hate kuştin." Tepe diyar kir ku cihê ku kujerên kurê wî werin darizandin, ji ber ku daxwaza darizandina kujeran kiriye ew hatiye darizandin.
JI BER KU BÛ DENGÊ RASTIYAN HATE QETILKIRIN
Piştre dayika Ferhat Tepe, Zubeyde Tepe axivî û got ji ber ku kurê wê nûçegîhanê rojnameya Ozgur Gundemê bû û dibû dengê rastiyan hate qetilkirin. Tepe wiha berdewam kir: "Li vî welatî ne kujer yên bêsûc têne darizandin. Di van rojan de car din komkujî tên jiyin. Emê wek Dayikên Şemiyê heya hesap bipirsin têkoşîna xwe berdewam bikin."
Di çalakiyê de ji rojnameya Ozgur Gundemê Davut Uçar jî axivî û destnîşan kir ku wê kevneşopiya çapemeniya azad û têkoşîna nûnerên wê ti carî tarî nemîne.
'TIRKIYE DIKŞÎNİN NAV PEVÇÛNEK BI XWÎN'
Daxuyaniya vê heftê Zîn Demîr xwend. Demîr bal kişand ser polîtîkayên şer û got rêveberên dewletê Tirkiyeyê dikşînin nav pevçûnek bi xwîn. Demîr, der barê qetilkirina Ferhat Tepe jî hin agahî dan û got Tepe ji bo heqîqetê jiyana xwe ji dest daye.