Dayikên Şemiyê yên li Qada Galatasarayê ji bo aqûbeta xizmên xwe hatin cem hev, agahiya qetilkirina Tahîr Elçî bi xemînî pêşwazîkirin. Dayikan çalakiya xwe ya bêdeng a ku bi salan e bi awayeke bêdeng bi diruşma "Dewleta kujer dê hesab bibe" ji bo Tahîr Elçî xira kirin.
Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin cara 557'emîn li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev. Dayikan pankarta "Kiryar diyar in, winda li kû ne" vekirin û wêneyên xizmên xwe hilgirtin. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de dayika qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî şermezar kirin. Di çalakiyê de aqûbeta Nîhat Aydogan ê di 1994'an de li Midyadê hate windakirin pirsîn.
'EM NATIRSIN EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'
Di çalakiyê de çîroka windakirina Nîhat Aydogan ji aliyê hevsera wî Halîme Aydogan ve hate xwendin. Aydogan bilêv kir êdî ew ji ber mirin û windayan bêzar bûne ûbang li Serokomar Tayyîp Erdogan kir û wiha got: "Bi derew û dekan te daxwaza xwe girt. êdî ji me çi dixwazî. Êdî bes e." Piştre jî keça wî Nejbîr Aydogan axivî got ku wan windayên xwe ji bîr kirine û ji ber mirinan xemgîn in û ev tişt gotin: "Em natirsin. Em ê her hefte bên vê derê û têkoşîna xwe bidomînin."
Piştre xwîşka Hasan Ocak, Masîde Ocak axivî û diyar kir ku peywirdarên dewletê yên ku suc dikin ceza nagirin. Ocak wiha got: "Nîhat Aydogan di 30'ê mijdara 1994'an de ji aliyê tîmên taybet û cerdevanên ku bi ser mala wî de digirin ve tê binçavkirin. Li malê li ber çavên zarok û hevsera wî destên wî tê kelepçekirin û dibin Fermandariya Cendirmeyan Midyadê. Ji wir jî dibin Fermandariya Cendirmeya a Mêrdînê. Li wir bi rojan rastî îşkenceyê tê."
Aydogan destnîşan kir ku hevsera Aydogan diçe qereqolê û bersiva "Me ew berdeya çûye çiya li wir bigerin" didin wê. Ocak destnîyan kir ku li ser vê yekê daxwaznameyê didin Serdozgeriya Komarê ya Midyadê û hemû serlêdan bêencam dimînin. Ocak xwest aqûbeta Aydogan bê aşkerakirin û kiryar bên darizandin.
DAYIKAN KI JIJÎ ELÇÎ NERAZÎBÛN NÎŞANDAN
Dema çalakiya rûniştinê de agahiya qetilkirina Tahîr Elçî hat. Dayikan bêdengiya xwe xira kirin û bi dirûşma "Qatil dewlet dê hesab" bibe rabûn ser piyan. Dayikan hêrseke mezin li dijî qetilkirina Elçî nîşan dan.
Girseyê demeke dirêj li ser piyan dirûşm gotin.