Dayika Hesret bi hesreta tevna li Qerejdaxê ye

Dayika Hesret a 55 salî: Dema me ya li ber tevna raçandinê ji bo me dema herî xweş bû. Dilê me rehet bû. Her neqşek berhemeke afirîneriyê bû û kê çêdikir, li gorî xwe wateyek didayê. Li ber stranan dihate çêkirin.

ji gundê Qerejdaxê yê navçeya Sêwereg a Rihayê beriya demeke dirêj koçî navendê kiriye, lê belê dilê wê hê jî li wir maye. Dayika Hesret a 55 salî qala hesreta gundê xwe kir.

Hesret Hezer ji Qerejdax a Sêweregê ye û 55 salî ye. Ji bilî emrê xwe yê ciwantiyê, her tim li Rihayê jiya ye. Tevî ku li nava bajêr dijî, jiyana li gund li gel zor û zehmetiyên xwe jî jê re xweştir e. Gund, jiyana li binê konan, şivanî û bêrîvanî qet ji bîra wê naçin:

ARAMIYA LI BER TEVNÊ

"Di dema ciwantiya xwe de, dema li mala bavê xwe bûm, ez hînî veçinîna tejikên ji hiriyê bûm. Tevn, veçinîna hiriyê di çanda me Kurdan de ji xwe heye. Li gundê me, mirovên ku karê tevnê dikirin, tejik çêdikirin, bi zeneetê destan re mijûl dibin, girîng dihatin dîtin û hêja bûn. Jina ku karê tevnê dikir, gelekî jêhatî û bi huner dihate dîtin. Di ciwantiya xwe de jî û piştî zewicîm jî min demeke dirêj karê tevnê kir. Tevna ku me li hewşa mala xwe danîn, dilê me rehet dikir. Em pê aram dibûn. Her xalîçeya ku me diqedan, bi me xweş dihat û kêfa me gelekî jê dihat.

HIRÎ CÎHANEKE RENGÎN BÛ

Me sewlkarî dikir. Hiriya mihî û bizinê, ji bo pêwîstiyên mala me bû. Me ji bo çêkirina nivîn, balîf û lihêfê bikar danîn. Piştî ku me hirî xweş paqij dikir û dişuşt, li teşiyê digerand û bi vî rengî dikir ta. Gundiyên bi karê boyaxkirinê radibûn, reng didan van ta. Piştî boyaxkirinê me careke din dişuşt û piştre li tevnê dihûnand.

HER NEQŞEK BERHEMEK AFIRÎNERIYÊ BÛ

Li her tevnê me kevnê davêjin ser nivînan, xalîçe, xem û rewşa konan, rûyê balîfan, betanî, secade, xalîçeyên li dîwêr û xêliya di dawetê de davêjin ser deveyan ên ji bo anîna bûkê, amade dikir.

Carna em du kes, carna jî kesek bi tenê li ber tevnê rûdiniştin û dixebitîn. her neqş a li tevnê dihate hûnandin, li gorî celeba xwe demeke dirêj dewam dikir. Hinekan hefteyekê, hinekan jî du hefte ya jî 20 rojan dewam dikir. Her neqş berhema afirîneriyê bû. Yê ku dineqişand li gorî xwe wateyek dida neqşa xwe. Karê tevnê li ber stranan dihate kirin.

ÇANDA ME NIHA TENÊ WEKE XEML Û REWŞÊ TÊ DÎTIN

Jin û ciwanên niha, hem çanda vê dîrokê nizanin, hem jî bala xwe nadin ser. Her çend neçê xuya dike jî, jiyana li bajaran, li nava beton, qebûl dikin. Tiştên ku berê hatine çêkirin û ked jê re hatiye dayin, niha tenê weke xeml û rewşê tên dîtin.

Gelek caran difikirim, ku ji dema li bajêr bi cih bûme û vir ve, bi dirêjbûna emrê min re ji vê çandê dûr ketime. Mixabin bi vî rengî ye. Nayê bîra min ku herî dawî kengî li ber tevnê rûniştime. Em pîr bûn, nexweş ketin, êdî gelek nexweşî li me der dibin. Min gelekî dixwest zarokên min, bûkên min, ciwanên nifşê nû xwedî li vê çanda me ya dîrokî û pîroz derkevin û bidomînin. Ji ber ku ev yek rastiya me, dîroka me, cewhera me ye. Gelekî pê dêşim, ji ber ku çanda me, dîroka me li pêş çavan tine dibin. Divê em nehêlin ku çanda me tine bibe."