Darqespên 2 hezar salî ji nû ve şîn kirin

Li Îsraîlê zanaya jin Sarah Sallon tovê berê arkalogan parastibûn, ji nû ve çand; darqespên 2 hezar salî ji nû ve şîn kir.

Fêkıyên palmiye ya Yahûdiye a demek dirêj dihate fikirîn ku tine bûye, li navenda çolistana ku dikeve aliyê herî başûrê Îsraîlê ji nû ve şîn bûn. Di encam Sarah Sallonê de, tama qespên 2 hezar salî hate sehkirin.

Her tişt sala 2004’an destpê kir. Sarah Sallon a Îngilîz-Îsraîl a ewilê doxtor û piştre bû botanist (kesên li ser zanista şînatiyan lêkolîn dikin) sala 2004’an li beşa arkaologê ya botanî ya Zanîngeha Bar Ilan a Îsraîlê dest bi kar kir.

Li gorî nûçeya AFP’ê, Sarah piştî xwendina agahiyên li ser jînbûna tovên lotûs a 500 salî ya li Çînê û şûnde çend tovên palmiyeya Yahûndiye peyda dike. Ev tov sala 1960’î li derdorî Behra Mirî hatibûn keşifkirin.

Sallon a 70’ê salî got: “Ji bo min gotin; ‘tu dîne, qet şîn nabin’.” Sarah Sallon a ji 100 liv tovan 5 lib bidest xist, bi alîkariya pispora çandiniyê Elaîne Solowey re dest bi şînkirina tovan kirin.

Ji 5 lib tovan yek şîn bû, 2 lib jî ji ber bê zanîn bê ka çiqasî kevin û temenê wê çiqase ji bo lêkolînên zanistî hate bikaraîn.

Yek ji şitlê ku navê Hannah lê hatî kirin, piştre sala 2019’an li qadekî li gorî avhewa û şertên şîn bibe hate çandin. Piştî salekê şûnde fêkiya xwe da. Tebaxa borî 800 liv qesp ji darê hate komkirin. Hinek ji wan wê bên firotin.