Daristanên Cezayir dişewite: 65 kes mirin

Hejmara kesên ji ber şewata taybet herêma Kabîliye ya Cezayîrê jiyana xwe ji dest dane gihişte 65 kesî.

Ji ber germaya zêde şewata li daristanan zêdetir dibe. Rayedar şewatan weke bûyerên ‘krîmînal’ pênase dikin.

Serokwezîr ragihand ku li 18 parêzgehan li 70’ê cihî şewat heye, Parastina Sivîl jî dibêje li 16 parêzgehan li nêzî 100 cihî şewat heye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a APS’ê jî ji rayedarên darisanê Yûsef Ûld Mûhammed diyar kir ku bayê şewat belav kiriye û tîmên ewilê yên mûdaxeleya şewatê xistiye nava zehmetiyek mezin.

Li gorî bîlançoya televîzyona netewî jî, ji ber şewatê 65 kes mirin. Ji van jî 28 kes leşkerên ku şewat divemirandin.

Wezareta Parastinê ya Netewî jî gelek leşker ji cihên cuda şewitîne. Wezaretê ragihand ku leşkeran jin, zarok û mêr jî di nav de 110 kes rizgarkiriye.

Sala 2020’ê li Cezayîr 44 hezar hektar bûbû xwelî.