Daristanên Amazonê her roj têne şewitandin

Enstîtuya Lêkolînên Fezayî ya Neteweyî ragihand, ku beşeke mezin a daristanên Amazonê di nava deh salên dawî de hatiye şewitandin.

Enstîtuya Lêkolînên Fezayî ya Neteweyî (INPE) ragihand, daristanên Amazonê ku weke cegera dinyayê tên pênasekirin, di nava deh salên dawî de beşeke wê ya girîng hatiye şewitandin. Li gorî daxuyaniyê, salane bi rêjeya ji sedî 12.7'an, şewata daristanan zêde bûye.

Di sala 2020'î de li beşa Brezîlyayê ya daristanên Amazonê 103.000 carî şewat derket. Ev rêje li gorî salek berê bi sedî 16 zêde bû.

Li herêma Pantanalê ya daristanên Amazonê 22 hezar carî şewat derket. Ev herêm hem ji aliyê rêjeya nêmê ve hem jî ji aliyê cihêrengiya bîo ve yek ji deverên herî girîng ê cîhanê ye. Li vê herêmê jî şewata daristanan bi rêjeya ji sedî 120'î zêde bû.

Di rapora INPE'yê de hate destnîşankirin ku ji sala 2019'an dema hilbijartina serokdewletê rastgirê tund Jaîr Bolsonaro û vir ve rewş xerabtir bûye. Bolsonaro bi rengekî erênî nêzî talankirina herêmên parastî dibe ku dixwaze pêşkêşî talana maden û çandiniyê bike. Lewma rewş xerabtir bûye.

INPE'yê diyar kir ku di Tebaxa 2020'î de talana daristanan gihîştiye asta herî bilind. Li gorî vê yekê meha Tebaxê herêma daristanî ya hate şewitandin bi qasî welatê Jamaîkayê mezin e.

Li gorî pisporan, daristan bi zanebûn tên şewitandin.