Dagirkeriya Tirk dîsa gelê Başûr kir hedef

Ji ber bomberdûmana dewleta Tirk agahî ji 3 sivîlên li Başûrê Kurdistanê nayê stendin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine bidestxistin, di 7’ê meha Kanûnê de dema ku 3 sivîlên bi navê Muhsên Hacî, Sefer Selîm û Hesen Sedîq ji gundê Zêwê yên diçin ser erdê xwe balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk li wan dide. Ev her sê kesên sivîl ji Dêreloka Amediyê ne û ji eşîra Nêrweyî ne. Çavkaniyên ku şahîdiya vê bûyerê kirine diyar dikin ku piştî êrîşên hewayî çêbûn banga hewarê kirine. Lê piştî wê lêdanê balafirên şer careke din bombeyan li cihê bûyerê dibarînin û ji wê rojê heya niha çi agahî ji wan kesan nehatiye girtin. Şahîdên bûyerê dibêjin dibe ku ev sivîl şehîd bûne.

Xelkê herêmê çend caran xwestiye biçe cihê bûyerê lê ji ber êrîş û tevgerîna balafirên şer nekariye biçe. Di 12’ê Kanûnê de xelkê heremê careke din hewil dide ku biçe cihê bûyerê, lê careke din ew herêm ji aliyê balafirên şer ê dewleta Tirk ve tê bombebarankirin.