Curbicuriya biyolojîk çi ye mirov dikare çawan parastina wê bike?

Neteweyên Yekbûyî roja Yekşemiyê wek Roja Curbicuriya Biyolojîk a Navneteweyî ragihand da ku li ber rîska rûbirûbûna bi tunebûne re ya ajal û nebatan hestewarî çêbibe.

Ji ber kirinên mirovan hema bibêje ji sisêyan yekê curan li ber tunebûnê ne. Di konferansa Curbicuriya Biyolojîk a li Çînê, wê îsal hikûmet bihên ba hev da ku bi hev re planekî dêmdirêj çêbikin ji bo rakirina ji navê gefa li ser jiyana li cîhanê ya li ser hemû curan.

CURBICURIYA BIYOLOJÎK ÇI YE Û GIRINGIYA WÊ ÇI YE?

Curbicuriya biyolojîk hemû zindiyên li ser rûyê cîhanê yên wek ajal, nebat, kuvarik û mîkroorganîzmayên mîna bakteriyan e.

Ava teze, xwarin û derman jî di nav de ji ajal û nebatan hemû pêdiviyên jiyanî yên mirovan peyde dibin.

Lê em vê sûdê yek bi yek ji curan nikarin werbigirin-pêdiviya me pircuriya ajal û nebatan heye da ku em bikarin bi hev re bixebitin û bi pêj de biçin. Yanî me pêdivî bi curbicuriya biyolojîk heye.

Her wiha nebat jî pir giring in ji bo bipêşdebirina jîngeha xwe ya fizîkî bi paqijirina hilma mirov dide û distîne. Bi xistina pileya her ku diçe radibe û bi kirina parastinê li dijî guherîna demsalan.

Ritamên Mangrove û resîfên mercanan dibe ku bibin bend li ber asta behrê ya ji ber mehan (erozyon) ê bilind dibe. Û Darên merxê ya jî manolyayên li bajarên wek Londonê peyde dibin gelek baş in ji bo parzûnkirina karbondîoksîd û paqijkirina hewayê.

ÇEND CUR LI BER TUNEBÛNÊ NE?

Bi demê re perisîna curan û tunebûna nifşê wan mimkûn e. Ji sedî 98‘ê curên heta niha jiyane tune bûne. Curên heyî zû bi zû tune dibin.

Yekîtiya Xwezayê ya Navneteweyî (IUCN) ji sala 1964‘an ve ‘lîsta sor’’ a curên li ber tunebûnê çêdike. Ji sedî 29‘ê 142 hezar curan wek curên li ber tunebûnê hatine nirxandin. Ew tê wê wateyê ku rîska wan a tune bûnê gelek zêde ye.

DEWLET LI ÇÎNÊ HEWIL DIDIN KU LI SER ÇI LI HEV BIKIN?

Hêvî ew e ku li ser sekinandina bûyera zanyar jê re dibêjin ‘’tunebûna girseyî ya şeşemîn’’ li hev bikin.

Hikûmet wê hewil bidin ku li ser planekî demdirêj ê çalakiyê yê jê re ‘’Çarçoveya Curbicuriya piştî 2020‘î’’ tê gotin li hev bikin.

Bi vê yekê armanca esas ew e bi 2030'î re leza kêmbûna curbicuriya biyolojîk bihê hêdîkirin da ku pê bawer bibin curbicuriya biyolojîk tê nirxandin, parastin, nûkirin û sûdeyên pêwîst ên ji bo mirovan bihên peydekirin.