Ciwanên Başûr: Em ê li gel gerîla li dijî dagirkerên Tirk şer bikin

Komek din a ciwanên Başûrê Kurdistanê bi peyamekê ragihandin ku ew bi gerîla re ne û wê li gel gerîla li dijî dewleta Tirk a dagirker di Cenga Heftanînê de şer bikin

Komeke din a ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û bi taybet Heftanînê peyamek da û gotin ku wê li gel gerîla cih bigirin û li dijî dagirkeriyê şer bikin.

Ciwanan di peyama xwe de ev got: “Em êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Kurdistanê qebûl nakin. Ji ber ku dewleta Tirk ketiye pey xeyalên Osmanî û avakirina dewletekî Osmanî.

Em bi gerîla û PKK’ê re ne, amade ne li serê çiyan li dijî dewleta Tirk a dagirker şer bikin.”

Ji destpêka operasyonên dagirkirinê yên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistan û taybet li ser Heftanînê keç û xortên Başûrê Kurdistan li dijî dagirkeriyê tevlî nava refên gerîla dibin û li dijî dagirkeriyê şer dikin.