Ciwanên Azad li ber NY tecrîd şermezar kirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Cenevre li ber NY ji aliyê ciwanên Kurdistanî ve hat protestokirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Cenevre li ber NY ji aliyê ciwanên Kurdistanî ve hat protestokirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Cenevre li ber NY ji aliyê ciwanên Kurdistanî ve hat protestokirin. Endamên ciwanên azad ên li ber NY kom bûn, dosyayeke ku têde daxwaza azadiya Ocalan tê kirin radestî rayedaran kirin.
Di konê ku li ber navenda Neteweyên Yekbûyî hat vedan, ciwanan têkildarî tecrîdê agahî dan û belavok belav kirin.
Komên enternasyonalîst ên şoreşgerên Cenevreyî jî ku piştgirî dan çalakiyê 3 saetan têkildarî rola Ocalan a ji bo azadiya gelê Kurd agahî hatin dayîn. Hat destnîşankirin ku di şexsê Ocalan de li hember gelê Kurd tecrîd tê pêkanîn.
Dosyaya têde tê xwestin tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û azadiya Ocalan tê xwestin jî radestî rayedarên NY hat kirin. Çalakî bi govendê bi dawî bû.