Ciwanê şampiyonê Kûngfû, xelata xwe diyarî berxwedêrên Kurd kir
Di Şampiyoniya Kûngfû ya li Elmanyayê Dildar Ramadan ê Rojavayî di 50 kîloyî de bû yekemînê Elmanyayê
Di Şampiyoniya Kûngfû ya li Elmanyayê Dildar Ramadan ê Rojavayî di 50 kîloyî de bû yekemînê Elmanyayê
Dildar Ramadan berî niha bi salan ji Rojava koçî Elmanya kir, zarokê malbateke ku li bajarê Kîelê penaber e. Ramadan ê xwendekar e jî dike zêdetirî du salan e bi Kûngfûyê re mijûl dibe.
Ramadan di kîloya xwe de wek Şampiyonê Elmanya madalyayek zêr, 2 madalyayên zîv stendiye. Her wiha Ramadan li hember êrîşên di serî de Kobanê, Farqîn, Licê, Gimgim û tevayî Kurdistanê bertek nîşan da, da xuyakirin ku li hember zilma AKP’e û DAIŞ’ê serketina xwe xelatî berxwedêrên Kurd dike.