Ciwanan li Bîelefeldê çalakî li dar xistin
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ya Bîelefeld, polîtîkayên şer ên AKP’ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyeke korsan protesto kir.
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ya Bîelefeld, polîtîkayên şer ên AKP’ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyeke korsan protesto kir.
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ya Bîelefeld, polîtîkayên şer ên AKP’ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyek korsan protesto kir. Nêzî 50 ciwan li Brackweder Kîrche kom bûn û heta navendê meşiyan.
Ciwanan li navendê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiya saetek û nîvê de, polîsan ciwan rawestandin. Agahiyên nasnameya wan hat girtin.
Di çalakiya ku rastî eleqeye Elmanan jî hat, di axaftinan de hat diyarkirin ku wê li hember komkujiyan bêdeng nemînin. Koalîsyona AKP-DAIŞ’ê ku hat şermezarkirin peyama, “Em ê lîstîkên qirêj ên Erdogan û polîtîkayên avêtina HDP’ê ji Meclîsê li serê wî bidin” hat dayîn.