Çîrokên mexdûrên îşkenceyê li Bernê hatin nîşandan

Çîrokên 4 mexdûrên îşkenceyê yên di demên cuda de li girtîgehên Tirkiyeyê rastî îşkenceyê hatin, bi wêneyan li pêşangehekê hatin vegotin.

Çîrokên 4 mexdûrên îşkenceyê yên di demên cuda de li girtîgehên Tirkiyeyê rastî îşkenceyê hatin, bi wêneyan li pêşangehekê hatin vegotin.

Bi wesîleya 20. salvegera damezrandina saziya Piştgiriya bi Mexdûrên Şer û Îşkenceyê re ya ser bi Xaça Sor a Swîsreyê (Croîx-Roûge), çîrokên 4 mexdûrên îşkenceyê yên di demên cuda de li girtîgehên Tirkiyeyê man û rastî îşkence û zextên gelekî giran hatin, bi wêneyan hatin nîşandan. Pêşangeha ku ev 2 hefte ne li Dêra Bern Saît-Esprîtê dewam dikir, bi bernameyekê qediya.

Saziya ku beriya salekê dest xebateke bi vî rengî kir, bi 4 mexdûrên îşkenceyê yên li Swîsreyê di rewşa penabertiya siyasî de ne hevdîtin kiribû û dest bi vê projeyê kiribû.

Rayedarên saziyê di çarçoveya projeyê de bi mexdûrên îşkenceyê yên bi navê Lezgîn Ornek, Mehmet Ozgul, Adem Dîlbaz û Cennet Guneş re hevdîtin kir û bi rêya wênevan Olgû Çevîk re çîrokên her çar mexdûran bi wêneyan nîşan da.

Çevîk li çîrokên mexdûrên îşkenceyê guhdarî kir û dest bi xêzkirina wêneyan kir. Piştî xebateke salekê, ji çîroka her mexdûran 2 wêne, bi giştî 8 wêne amade kir.

Çevîk anî ziman ku her çend guhdarîkirina li çîroka mexdûran zehmet jî bû, hewl daye rewşê bi wêneyan nîşan bide.

'YA DI WÊNEYAN DE HATIYE NÎŞANDAN, ÇÎROKA ME HEMÛYAN E'

Yek ji mexdûrên îşkenceyê Mehmet Ozgul ku zêdeyî 8 sal in li Swîsreyê ye, lê hînê ti maf jê re nehatiye dayîn û tê xwestin ku bişînin Tirkiyeyê, da xuyakirin ku ya di wêneyan de hatiye nîşandan ne tenê çîroka wan e, çîroka bi hezaran mirovên li Tirkiyeyê rastî îşkenceyê û mirinê hatine. Ozgul ragihand ku cih, rêbaz û îşkencekar hatibin guhertin jî, îşkence hînê li her qada jiyanê heye û got, "Em mirovên ku hingî li welatê xwe rastî îşkenceyê hatin, îro li welatên sirgûniyê, ne fîzîkî jî be rastî îşkenceya psîkolojîk tên."

LOÛÎS: ME XWEST BALÊ BIKIŞÎNIN SER MIJARÊ

Ji rêveberên proje û saziya Piştgiriya bi Mexdûrên Şer û Îşkenceyê re Anjelîka Loûîs bal kişand ser girîngiya pêangehê û da zanîn ku hemû beşên civakê mexdûrên şer in. Loûîs got, "Bi çîrokên bi vê pêşangehê re hatin nîşandan re me xwest bala civakê bikişînin ser mijarê. Eger nebînin jî mexdûrên şer û îşkenceyê bi me re dijîn. Wezîfeya me hemûyan ew e ku em xwedî li van mirovan derkevin, ji bo wan bikevin nava tevgerê. Divê em li welatên ku ew lê li sirgûniyê dijîn, ji bo wan li edaletê bigerin."

...