Cejna Xidir Nebî li Rûsyayê hate pîrozkirin

Kurdên li paytexta Rûsya Moskowayê cejna Xidir Nebî pîroz kirin. Bi vê armancê şahiyek hate lidarxistin.

Cejna Xidir Nebî ku cejneke kevnar a civaka Êzidî ye li paytexta Rûsya Moskowayê hate pîrozkirin.

Saziyên Kurdan ên li Moskowa û tevahiya Rûsyayê, bi vê armancê şahiyek li dar xistin.

Di şahiyê de stran hatin gotin û xwarin hate belavkirin.

Kurdên Êzidî yên tevlî pîrozbahiyê bûn bal kişandin ser dîroka bi hezaran salî ya vê cejnê û anîn ziman ku cejn li çar parçeyên Kurdistanê bi coşeke mezin tê pîrozkirin.

Êzidiyan ragihandin ku cejna Xidir Nebî cejna kêfxweşiyê ye û daxwaza wan a di vê rojê de jî ew e ku cejnên xwe li Kurdistaneke azad pîroz bikin.

Beşdaran cejn li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û xwestin ku tavilê azad bibe.

Her wiha cejna Xidir Nebî li tevahiya gelê Kurd û Kurdistaniyan pîroz kirin û hêviya xweşiyê ji wan re kir.