Cejna Akîtû ya Suryaniyan li Swêdê bi xemgînî hat pîrozkirin
Ji gelên qedîm ên Mezopotamyayê Asûrî-Suryanî, Cejna Akîtû ya 1'ê Nîsanê ku cejna herî kevn a cîhanê ye, li navçeya Sodertalje ya paytexta Swêd Stockholmê pîroz kir.
Ji gelên qedîm ên Mezopotamyayê Asûrî-Suryanî, Cejna Akîtû ya 1'ê Nîsanê ku cejna herî kevn a cîhanê ye, li navçeya Sodertalje ya paytexta Swêd Stockholmê pîroz kir.
Ji gelên qedîm ên Mezopotamyayê Asûrî-Suryanî, Cejna Akîtû ya 1'ê Nîsanê ku cejna herî kevn a cîhanê ye, li navçeya Sodertalje ya paytexta Swêd Stockholmê pîroz kir.
Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li Iraq û Sûriyeyê û ji ber zext û êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê, Cejna Akîtû bi xemgînî hat pîrozkirin. Siyasetmedarên Swêdî û Suryanî li pîrozbahiyê axivîn û ji bo parastina Asûrî-Suryaniyan xwestin Neteweyên Yekbûyî bikevin dewrê û herêmeke ewle ava bikin.
Li navçeya Sodertalje ya Stockholmê, ku 30 hezar Suryanî lê dijîn, pîrozbahiya Akîtû bi stranên Suryanî yên Koroya Zarokan a Asûrî destpê kir. Piştre nivîskar Svante Lûndgren û Taîna Kantola, pirtûka xwe ya bi navê gelê Asûr, ku çend meh berê çap kirin, dan naskirin.
Di dema vê kombûnê de komek ji ciwanên Suryanî li ber dêra li pêşberî salonê li hev civiyan û li ber dahol û zirneyê govend gerandin.
Ji muzîsyenên navdar ên Suryanî Îlona Danho du stran got û piştre Berdevka Polîtîka Derve ye Partiay Navendê Kerstîn Lûndgren peyivî. Lûndgren bibîr xist ku şaristaniya navbera çemên Dîcle û Firatê şaristaniya herî kevin a cîhanê ye û got, "Lê belê em rûyê şer ê tirsnak niha li Sûriye û Tirkiyeyê dibînin. Em dibînin ku sûcê li dijî mirovahiyê, qirkirinên nû tên kirin. Yên ji bilî desthilatdariyê çavên wan tiştekî nabînin û terorîst, paqijiya etnîkî dikin, mirovan qetil dikin û her tiştî dişewitînin, xera dikin."
Berdevka Polîtîka Derve û Parlamentera Partiya Lîberal Bîrgîtta Ohlsson da xuyakirin, qirkirina 1915'an a li hemerî Ermenî-Suryaniyan û qirkirina îro ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tê kirin, paralelî hev in.
DI PARLAMENTÊ DE 6 PARLAMENTERÊN MÊR ÊN SURYANÎ HENE, LÊ JIN NÎNE
Ohlsson bal kişand se temsîliyeta Suryaniyan di parlamenta Swêdê de û got, "Min gelek jinên Asûrî-Suryanî yên jêhatî û bi huner nas kir. Lê eblê heta roja îro jineke Suryanî cihê xwe di parlamentê de negirtiye. Îro li parlamentê 6 parlamenterên mêr ên Suryanî hene, lê jinek jî nîne. Pêwîste li vê derê, ji bo jineke Suryanî di hilbijartinê de bi ser keve, her kes bixebite."
Şaredarê Sodertalje Boel Godner anî ziman, di nava komên koçber de koma herî zêde agehngî bi civaka Swêdê re çêkiriye, Asûrî ne û diyar kir, ez serbilind im ku weke Şaredar cejna Akîtû bi Suryaniyan re pîroz dikim.
Parlamentera Partiay Karker a Sosyal Demokrat Yilmaz Kerîmo û Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom, ku ji ber zêdebûna karê xwe nikarîbûn tevlî pîrozbahiyê bibin, peyamên nivîskî şandin.
Wallstrom di peyama xwe de Akîtû pîroz kir û anî ziman, ew binpêkirinên mafên mirovan û sûcê şer ê DAIŞ li Rojhilata Navîn dike ji bîr nakin. Wallstrom diyar kir, Swêd terorîzma DAIŞ'ê protesto dike û timî destek daye têkoşîna li dijî vê terorîzmê.
Kerîmo jî da xuyakirin ku weke gelê Asûrî ew dixwazin tevî gelên din ên li Rojhilata Navîn bi awayekî aştiyane û biratiyê di nava wekheviyê de bijîn.
Wezîra Xebatê ya Swêdê Ylva Johansson jî bal kişand ser koçberiya ji ber terora DAIŞ'ê û ji welatên Ewropayê xwest ku bi berpirsyarî rabin.
Di pîrozbahiyê de Emanûel Bet Yoûnan û Nagdam Adwar Moûsa bi zimanê Suryanî stran gotin. Ciwanan jî li ser çîroka Akîtû lîstikek şano pêşkêş kirin.