Cejna Çarşemba Serê Nîsanê îsal li malan hat pîrozkirin

Her sal Cejna Çarşemba serê Nîsanê, serê salê li tevahiya Şengal û li hemû dinyayê di nav civaka Êzidî de bi coş û şahiyan tê pîrozkirin.

Cejna Çarşemba Nîsanê, her sal di nav civaka Êzidî de bi coş û keyfxweşiyeke mezin tê pîrozkirin. Cejna ‘Çarşemba Nîsanê’, an jî ‘Çarşemba Sor’ weke sersala Êzidiyan tê pêşwazîkirin û pîrozkirin. Ev cejn xwedî dîrokeke kevnar a çand û baweriyê ya Êzdayetiyê ye. Lewre di nav civaka Êzidî de weke pîroz tê pêşwazîkirin û bi nirxekî bilind tê pîrozkirin. Weke ji navê wê jî diyar e cejn, li gorî hesabê Kurmancî Çarşemba Yekem a destpêka meha Nîsanê tê pîrozkirin.

Êvara cejnê xelk amadekariyên xwe yê cejnê dike; hêkan dikelînin, bi rengereng dixemilînin û ji bo cejnê amade dikin. Bi berbanga sibeha cejnê re xelkê Êzidî ligel kulîlkên sor ku di nav civakê de jê re “Kulîlka Nîsanê” an jî “Bûka Nîsanê” tê gotin, ligel qalikê hêkên ji bo cejnê hatî kelandin li serdera deriyê mala xwe ve dikin û cejnê pêşwazî dikin.

Dîsa gel roja cejnê, diçe serdana goristanan û ji bo miriyên xwe xêrê belav dike. Piştî serdana goristanê xelk diçe serdana hev û cejna hev pîroz dike. Piştî pîrozbahî û serdanên malan diqedin, civak bi şahiyan cejnê pîroz dikirin. Lê belê îsal ji ber metirsiya şewba vîrusa korona gel, bêtir li mala xwe cejn pêşwazî û pîrozî kir.

Her çiqas şîroveyên cuda yên cejnê hebin jî, bi giranî civaka Êzidî îro cejnê pîroz dike. Lê belê beşa Feqîran a civaka Êzidiyan çarşema borî, ango hefteyek zû cejn pîroz kiribûn.