Çarşema Sor li Bodensee hat pîrozkirin

Cejna Çarşema Sor li bajarê Bodensee hat pîrozkirin.

Li bajarê Elmanya Bodensee, cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin.

Pîrozbahî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û bi sedan kes beşdar bûn. Tevî Kurdên Êzidî, Kurdên Misilman û Elewî jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de bal hat kişandin ser wateya Çarşema Sor û hat ragihandin, Çarşema Sor di rewşa heyî de Kurdan digihîne hev. Di axaftinên li vir de hat gotin, "Berxwedana Şengalê û têkoşîna niha dewam dike, ji bo me bûye mîladek."