Can Yucel hat bîranîn

Helbestvan Can Yucel, di 16. salvegera mirina xwe de li navçeya Datça ya Mûgla li ser gora xwe hat bîranîn.

Helbestvan Can Yucel, di 16. salvegera mirina xwe de li navçeya Datça ya Mûgla li ser gora xwe hat bîranîn.

Helbestvanê navdar Can Yucel di 16. salvegera mirina xwe de li navçeya Datça ya Mûgla li ser gora xwe hat bîranîn.

Xwendevanên Can Yucel ên tevlî bîranînê bûn kulîlk danîn ser gorê.

Bîranîna li ser gorê bi helbestên ku helbestvan Nevzat Çelîk xwendin bi dawî bû. Paşê Mala Can a li Taxa Eskî Datça hat ziyaretkirin.

Girseyê paşê hevsera Can Yucel, Guler Yucel a nexweş û di nav livînan de ye ziyaret kirin.