Çalakiya li Charles de Gaulle bi dawî bû

Kurdistaniyan û dostên wan ên li Parîsê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hember Herêmên Parastinê yên Medya Balafirgeha Charles de Gaulle li pêşiya beşa Rêyên Hewayî yên Tirk dagir kirin.

Kurdistaniyan û dostên wan ên li Parîsê bi pêşengiya endamên ACTÎT û Ciwanên Azad bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hember Herêmên Parastinê yên Medya Balafirgeha Charles de Gaulle li pêşiya beşa Rêyên Hewayî yên Tirk dagir kirin. Di çalakiyê de FEDA û endamên Tevgera Jinên Kurd jî amade bûn.

Girseya pankarta "Qatil Erdogan" û alên PKK’ê hilgirt bi dirûşman, komkujiya Pirsûsê lanet kir û xwest operasyon bên rawestandin. Di çalakiyê de gelek dowîzên ku êrîş û komkujiyê protesto dikin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Piştî destpêkirina çalakiyê polîsan dora çalakvanan grt. Çalakvanên bi dirûşman operasyon şermezar kirin, piştî nîv saetê daxuyaniya armanca çalakiyê hat xwendin û çalakî bi dawî bû.