CÎK’ê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir

CÎK’ê Roja 1’ê Îlonê ya Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir û got: “Gelî bawermendan tev bi hev re bikevin nava aşitiyê, nebin peyrewê Îblîs, Lewre ew neyarê we yê eşkere ye.        

Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) bi daxuyaniyeke nivîskî Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir. CÎK’ê diyar kir ku di serî de mirovahî bi giştî û alema Misilmanan tiştên ku bi sedan salane lêdigerin û nikarin peyda bikin Aştiye.

Daxuyaniya CÎK’ê wiha ye:

“Piştî Koça Pêxember, bi navê Ol, erka desthelatê pêk hat. Ew roj Xelîfeyên Pêxember û hevalên wî, nêvîyên wî hatin qetilkirin. Wek tê zanîn sersala Hîcrî jî îro ye. Piştî Hîcreta Hz. Muhemmed, li bajarê Medîna Munnewer, Şerên sed salan dawî bû. Bi peymana Medînê hemû Ol û netew bi hev re biryar dan, di nav aştiyê de jiyanek bê zilm bidomînin. Em Wek bawermendên Ola Îslamê, tî û birçîyê aşitî û azadiyê ne. Gelî mirovan û gelî bawermendan, werin em tev bi hev re, Ola Îslamê ji dest van desthelatdarên zalim derxînin. Em Misilman in û aştî navê Îslamê ye, emrê Ola Îslamê ye, aşitiyek mayînde û adil di nav xwe de bicih bikin.

Em aşitiyê biparêzin, wekhevî û azadiyê bicih bikin. Wek Pêxemberê me gotiye; ‘ Em hemû zarokên Adem in. heq û mafê me yeke, ji yê kesê ne zêde û ne jî kêm e. Em bi hêviya aştiyeke adil, sersala we ya Hîcrî û Roja Aştiya Cîhanê li we hemû yan pîroz dikin.

Emrê Qurana Pîroz e, divê em li dijî şer aştiyêbiparêzin. Li dijî neheqiyê heqiyê biparêzin. Li Dijî qeyûman, kesê bi îrada gelê Kurd hatine hilbijartin biparêzin û vê neheqîya bê exlaq ji holê rakin.”