CÎK: Dem dema azad kirina Kurd û Kurdistanê ye

CÎK’ê bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ya ji bo pêngava KCK’ê ya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ragihand û got: “Werin em bi hev re, bi têkoşin li dijî zalim û dagirkeran û wan bi qewirîn in ji xaka pîroz.”

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ya ji bo pêngava KCK’ê eşkere kir û got: “Dem dema xwedî derketina têkoşîna kesên ku ji bo me û ji bo welatê me cangorî bûne.”

CÎK’ê ev got: “Gelê me yê ku li hember zilm ê dijî, lê li hember zaliman serî ne tewandî ye!

Bi salane gelê me, bi baweriyekî mezin li dijî dewleta nîjadperest, kujer û tecawizkar têdikoşin. Dem dema ku em vê dewleta newêrek a li rexmî bangawazî yên gelê me yên ji bo aşitî û biratiyê bersîv bi hovantiyê dide, ku em bavêjin sergoya dîrokê.

Bi salane fîrewn û dewleta wî sonda qirkinê li me xwarî ye ku wehşet, qetlîam, zîndan û wêrankirin bidin jiyîn bi nevî yên Selaheddînê Eyûbî û Şêx Seîdê kal ê ku rêbertî û xizmet kirine ji bo Misilmanan.

Dem dema raperîn û bilingkirina têkoşîna li dijî zalim ên ku dixwazin me di çiya, berî, gund, bajar, mizgeft, dêr, malacemê, laleş û li hemû deverê cîhanê de tune bikin.

Em wek Kurdên Misilman berpirsyarî ya me, têkoşîn a ji bo têkbirina li dijî nîjadperest ên ku komkûjî ya li ser gelê me dikin û bazirganî ya baweriya me dikin.

Ferze li ser kesên bawermend, li her qadê ji bo sekinandina vê zilmê xwedî helwest be, berpirsyariya me hemûyane pêkanîna vê ferîzê li mizgeft û kolanan e.

Dem dema pêk anîna emrê Xwedê ye ê li dijî zilm û zordarîtî.

Dem dema azad kirina rêberên me yên di zîndanan dene.

Dem dema xwedî derketina têkoşîna kesên ku ji bo me û ji bo welatê me cangorî bûne.

Dem dema qêrîn kirina heqîqet û rastî yê û rabûna ser piya ye li dijî dîn firoşan.

Dem dema azad kirina Kurd û Kurdistanê ye.

Werin em bi hev re, bi têkoşin li dijî zalim û dagirkeran û wan bi qewirîn in ji xaka pîroz.”