Bû Çîçek a govenda azadiyê

"Nahîde, ji bo bibe parçeyek ji govenda azadiyê, çû. Birayê xwe yê biçûk maçî kir û ji derî derket. Careke din venegeriya. Di rêya şerefê de serê me bilind kir."

Gerîlaya YJA Starê Nahîde Çîçek (Rojava Ezdînan), di sala 1995'an de li Wanê ji dayik dibe. Bi zexta 'bizewice û bibe xwedî zarok' destgirtî dibe. Nahîde dibêje 'jiyan û bedewiya rasteqîn li vir nîne', li ber vê daxwazê radibe û di sala 2015'an de berê xwe dide çiyê. Nahîde, ku tevlî nava refên YJA Starê dibe, di 8-23'ê Îlona 2016'an de li bejahiya Şemzînanê di şer de tevlî karwanên nemiran dibe. Cenazeyê wê li çiyê tê veşartin.

Nahîde, têkoşîna azadiya jinê li her qadê meşandin û li her cihê lê ma, bi rengê jinê ji hebûna xwe tawîz neda. Dayika wê Zahîde Çîçek ji ANF'ê re qala keça xwe kir.

DIGOT, 'EZ Ê BI WAN RE BIM'

Zahîde Çîçek anî ziman, hê di emrekî biçûk de keça wê bûbû evîndara jiyana gerîla ya li çiyê û got, "Nahîde rojekê hat ji min re got, 'dayê ez gelekî dixwazim li wir bim'. Min jî henek pê kir û jê re got, 'keça min tu hinekî qelew e. Tu nikare mîna wan bi rehetî tevbigere'. Ew jî hêrs bû û got, 'Ez ê rojekê teqez li cem wan bim'. Ya rast, wê demê min ev gotin pir cidî negirt. Min nizanîbû wê rojekê tiştekî wiha bike."

NEXWEST NÎQAŞ LI SER NASNAMEYA WÊ BÊ KIRIN

Dayik Çîçek anî ziman, keça wê Nahîde li cihê lê dixebitî, gerdeniyek ji wêneyê Ocalan dixist stuyê xwe û tevî hemû pirsgirêk û zexta dihat kirin jî ev gerdenî ji stuyê xwe dernedixist. Çîçek diyar kir, nedixwest li cihekî ku nêrîn û nasnameya wê dibe mijara nîqaşê bixebite.

TEVLÎ GOVENDA AZADIYÊ BÛ

Zahîde Çîçek destnîşan kir, ku Nahîde ji bo bibe parçeyek ji govenda azadiyê di rêya şerefê de meşiya ye û di dawiya axaftina xwe de got, "Birayê xwe yê biçûk maçî kir û ji derî derket. Min hingî fêhm kir. Ji xwe piştî ku wê rojê derket, venegeriya. Keça min jî mîna hemû ciwanên din ên Kurdan e. Ewqas ciwanan di vê oxirê de bedena xwe feda kirin. Ew ne tenê şehîda min e, ew şehîda tevahiya Kurdistanê ye. Ez gelekî serbilind im. Rûmeteke mezin ji me re hişt."