Bloka Aştiyê li Enqereyê çalakî pêk anî

Bloka Aştiyê ya li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê çalakî pêk anî kaxezên daxwazên aştiyê yên li ser, “Em aştiyê dixwazin em ê bi we şer nedin kirin” nivîsandî bi daran vekir.

Bloka Aştiyê ya li hember polîtîkyayên şer ên AKP’ê çalakî pêk anî kaxezên daxwazên aştiyê yên li ser, “Em aştiyê dixwazin em ê bi we şer nedin kirin” nivîsandî bi daran vekir. Parlamenterê Mêrdînê yê HDP’ê Erol Dora ê di çalakiyê de axivî got: “Ez bang li Enqereyê dikim. Her du alî jî destê xwe ji tetîkê bikişînin. Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê kirin wê xwîna diherike bisekinîne.”

Bloka Aştiyê li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê li Cadeya Sakarya çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de 57 rêxistinên civaka sivîl ên wek HDP, EMEP, ESP, ODP û SDP’ê jî beşdar bûn. Welatiyan kaxezên daxwazên aştiyê yên li ser, “Em aştiyê dixwazin em ê bi we şer nedin kirin” nivîsandî bi daran vekirin.  Bi sedan kesên di nav wan de Parlamenterê Qersê yê HDP’ê Ayhan Bîlgen û Parlamenterê Mêrdînê yê HDP’ê Erol Dora jî hebû bi sedan kesan stranên Kurdî û Tirkî gotin.

Bi navê pêkhateyan Seroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Enqereyê Sûltan Saygili daxuyanî xwend û diyar kir ku, AKP’ya şansê xwe yê bi tena serê xwe bibe desthilatdar û Tayyîp Erdogan ê xeyalên serokatiya xwe ya tevahiya jiyana xwe di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de winda kir, dixwazin tola binketina xwe bi şerê dana destpêkirinê bistînin. Saygili wiha axivî, “Tirsa windakirinê, bi tirsa wê hemû diziyan û qirêjiyan derxe holê re welêt dikin cihê şewatê, şerekî pêş dixin. Ev operasyoneke qesrê ye. Bi destê hikûmeteke demkî ya ti rewabûn û rayeya wê nîne, di oxira parastina desthilatdariyê de rê dikin mirinê.” 

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora jî bibîr xist ku Tirkiye 30 sale şerekî  asta wê kêm de  dijî û da zanîn ku bi şerê îro dane destpêkirin jî ti encam neyê girtin. Dora wiha dewam kir, “Cûdî, Gabar, Tendûrek û hemû erdnîgariya me dişewite. Pêwîste her kes li hemberî vî şerî serê xwe rake. Ez bang li Enqereyê dikim. Her du alî jî destê xwe ji tetîkê bikişînin. Me di Newroza 2013’an de deklaresyona aştiyê weşand. Birêz Ocalan gotibû çekan demê xwe tijî kir. Gotibû bila êdî îdeolojî bi hev re pêşbaziyê bikin. Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê kirin wê xwîna diherike bisekinîne.”