Bloka Aştiyê: Ji bo bilindkirina dengê aştiyê ber bi Bakirkoy ve

Bloka Aştiyê diyar kir ku li hemberî dîrektîfên Serokkomar ên şer û ji bo aştiya civakî wê têkoşînê bikin.

Bloka Aştiyê diyar kir ku li hemberî dîrektîfên Serokkomar ên şer û ji bo aştiya civakî wê têkoşînê bikin. Bloka Aştiyê got ew ê 9'ê Tebaxê li Stenbolê bi dirûşmeya, "Li hemberî şerê AKP'ê em ê aştiyê ava bikin" mîtîngê li dar bixin û divê hemû kes tevlî mîtîngê bibe.

Bloka Aştiyê li hemberî polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê yên demkî wê  9'ê Tebaxê li Bazara Gel a Bakirkoyê bi dirûşma, "Li hemberî şerê AKP'ê em ê aştiyê ava bikin", mîtîngê li dar bixe û têkildarî mîtîngê li Odeya Endezyarên Makîneyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevbirên Bloka Aştiyê, Parlamentera HDP'ê Beyza Ustun, Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, Parlamenterê CHP'ê Oguz Kaan Salici tevlî civînê bûn. Berdevkê Bloka Aştiyê Gencay Gursoy bal kişand ser guherîna di zagona meşan û çalakiyan de pêk hat û di Rojnameya Fermî de hat weşandin û wiha got: "Qedexeyên di demên dewa yên civînan dernekevin pêşberî me em ê mîtînga xwe bikin."

'DIVÊ EM BÊN CEM HEV Û DENGÊ AŞTIYÊ BILIND BIKIN'

Gursoy anî ziman ku piştî AKP bi tena serê xwe nebû desthilatdar dest bi zimanê provokasyonê kir û Tirkiye ber bi şerekî navxweyî ve dibe û wiha got: "Niha li 7 bajaran 40 herêmê qedexe kirin. Me ev pêkanîn di salên 90'î de dîtin. Tenê rêxistin ne mimkun e dengê aştiyê li tevahî civaka Tirkiyeyê belav bike. Ji ber vê yekê divê em bên cem hev û dengê aştiyê bilind bikin. Em bi van şer nadin kirin."

'DI PÊVAJOYÊ DE EM ALÎ NE'

Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu jî diyar kir ku ew li hemberî konsepta şer a AKP'ê bi guman in û li hemberî polîtîkayên şer ên AKP'ê dê heya dawî têkoşînê bikin û aştiyê biparêzin û wiha got: "Her bombe û guleya tê avêtin ji keda kedkarên vî welatî tê girtin. Em di vê pêvajoyê de alî ne." Parlamenterê CHP'ê Oguz Kaan Salici jî diyar kir ku hikûmeta demkî biryara şer girtiye û divê hemû kesên li dijî şer tevlî Mîtînga Aştiyê bibin û dengê xwe bilind bikin.

Parlamentera HDP'ê Beyza Ustun jî diyar kir ku di mijara aştiyê de bi biryar in û alî ne û wiha got: "Em ji bo aştiyê înşa bikin alî ne. Lîstikeke şer tê lîstin. Ev lîstik bi fermanên Serokkomar didome. Balafirgeha Amedê weke baregeha leşkerî bikar tînin. Bombebaran didome. Yekemîn çiyayê Cûdî şewitandin, piştre Licê û Pasûr şewitandin. Herî dawî li Pirsûsê 32 ciwanên me qetil kirin. Di nava hefteyekê de senaryoya şer amade kirin û dilîzîn. Em duh li Licê bûn. Mal hatine şewitandin. Li wir sewal hatine şewitandin. Wê hesabê van sûcan bidin." Ustun anî ziman ku divê hemû civak li hemberî polîtîkayên şer ên AKP'ê ji bo aştiya civakî dengê xwe bilind bike.

Gursoy anî ziman ku ji bo mîtîngê serî li Walîtiya Stenbolê dane lê hê ti bersiv nedane û wiha got: "Di rewşên wisa de di deqeya dawî de biryara qedexeyê didin. Lê hê ti biryar nedane me. Em bi biryar in mîtîngê li dar bixin. Berê wan qad pêşniyar kiribûn."