Bindeqên Nûtellayê bi zarokên Kurdan didin komkirin

Li Tirkiyeyê zarok jî di nav de karkerên werzê bi heqdesta kêm li zeviyên bindeqan kar dikin.

BBC di nûçeyeke xwe de bi berfirehî cih da karkerên bindeqan ku di nava şert û mercên giran de kar dikin û balkişand li ser kedxwariyê.

Di nûçeyê de hate diyar kirin ku penaberên Kurd ku di nava wan de zarok jî hene bi saetan bi heqdestekî kêm kar dikin. Ji vana Mehmet Kelekçi got ku di nava rojê de 10 saetan kar dikin. Li cem wî malbatekî Kurd a penaber jî kar dike. Dîsan Mûstafa û Mûhammed ên temenê wan di navbera 10 û 12 salî de ye di nava wan de cih digrin.

Tirkiye 70 ji sedî yê cîhanê yê bindeqan tîdare dike. Bikirê herî mezin jî şîrketa Ferroero ya ku Nutella dilhilberîne ye. BBC ragihand ku piraniya kesên bindeqan kom dikin malbatên hejar ên Kurd in. “Rojane herî zêde 10 euroyan digrin, ji vê jî divê 10 ji sediyê komîsyonê jî derbixin.”

Bazirganê biçûk Engînay Akçak got ku şîrketa Ferrero napirse ev berhem ji ku tê û di nava kîjan şert û mercan de tê bidestxistin.

Ferrero yek ji 3’an a  hilberîna bindeqan a li Tirkiyeyê dikire, bi vê re her sal 365 hezar ton Nutella çêdike.