'Bila dewleta Tirk dest ji stratejiya zext û şer berde'

Rêxistinên enternasyonalîst ên Spanyayê bi deklarasyoneke hevpar konsepta hikûmeta AKP’ê protesto kirin.

Koalîsyona EH Bildu, Puyalón (Aragón), Bloka Netewegir a Galîçya (Bloque Nacionalista Galego, Galiza) û Namzetên Yekîtiya Gel ( Candidatura d'Unitat Popular, CUP) bi deklarasyoneke hevpar li hember hikûmeta AKP’ê nerazîbûn nîşan dan.

Di daxuyaniyê de li hember Komkujiya Pirsûsê nerazîbûn hat nîşandan, hat diyarkirin ku êrîşeke li hember projeya şoreşger, civakî, aborî û polîtîk a li Rojava ye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di duyemîn sala pêvajoya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêşiya pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê veke, heta îro kêm mesafe hatiye girtin, hikûmeta AKP’ê li hember aştiyê careke din helwesta we ya bi hêrs nîşan daye.

Em komkujiya li Pirsûsê qebûl nakin, ji malbat û hevalên qurbanan re desteka xwe nîşan didin û hezkirinên xwe radigihînin. Di heman demê de em diyar dikin ku em ê piştevaniya xwe ya ji bo kesên li Kurdistan û Tirkiyeye alternatîfên civakî û aborî ava dikin bidomînin."

JI AKP Û RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ RE BANG

Di daxuyaniyê de ev bang li hikûmeta Tirk hat kirin: "Em bang dikin ku li gel tevgera Kurd û gelê Kurd, dawî li stratejiya zext û tacîzê li hember hilbijartina siyasî demokratîk a radîkal a Tirk û Kurdan bîne. Em bang dikin ku aktîvîst û sendîkavanên hatina binçavkirin û girtin berdin, li ser çareseriya aştî û bêpevçûniyê lêhûr bibin.

Di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku li hember konsepta şer a AKP’ê bikevin nav tevgerê.