Bi milyonan mirov li dijî germahiya global derketin kuçeyan

Li gelek deverên cîhanê bi milyonan mirov bi çarçoweya greva avûhewayê bang kirin ku li dijî germahiya global bi lezgînî divê tevger çêbibe.

Bi kêmanî 4 milyon kes duh jî ketine Greva Avûhewayê ya Global, ku di navbeyna 20-27'ên Îlonê de hatî kirin û Îna bihuî 10 milyon kes tevlê bûbûn.

Grevên bi berdewamiya ''Ji bo dahatuyê rojên îniyan' ku par bi pêşengiya Greta Thunberg a Swêdî dest pê kirî didome, ku Greta bûbû sembola têkoşîna dijî germbûna global. Duh li paytexta eyaleta Quebecê ya Qenedayê Montrealê mezintirîn xwepêşdana dîrokî ya herêmê hate kirin ku dema xwepêşdanê Thûnberg jî amade bû.

Yek ji rêveberê kolektîfa bi navê La Planete ku li dijî germahiya glogal têdikoşe, got di Greta Avûhewayê de ya li Montrealê bi kêmanî nîv milyon kes hazir bûn.

Dema xwepêşandanê Serokwezîrê Qenedayê Justîn Trûdeau di hevdîtinê ya bi Thûnberg re got heke ew dîsa were ser kar wê 2 milyar dar bide çandin.

Tê gotin li hemû cîhanê 4 milyon kes tevlî grevê bûye, li Romayê ya Italyayê 200 hezar hezar û li Mîlano jî hema hema 200 hezar kes meşiyane. Li tevahiya Italyayê li dehan bajaran nêzî milyonek kes tevlî meş û xwepêşdanan bûye.

Bi çarçoweya çalakiayn li Elmanya, Fransa, Ewistralya, Zelanda Nû, Koreya Başûr, Hindistan û Spanyayê û bi dehan welatên din mirov derketin kuçeyan.

Di Greva Avûhewayê ya Global de ya 20'ê Îlonê ku li 150 welatî pêk hatibû, hatibû ragihandin 6,6 milyon kes tevlî meş û xwepêşdanan bûye.