Bi milyonan gul li Hollanda tên tinekirin

Yek ji welatên din ên ji ber vîrûsa nû ya Korona (Covîd-19) di warê aboriyê de gihiştiye nuqteya sekinînê Hollanda ya di sektora gulan de li pêşe wê bi milyonan gul tine bike.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê yek ji kooperatîfa baxçevaniyê ya herî pêş a welate Royel FloraHollanda ve hate dayîn, li welat daxwaza ji bo gulan kete asta herî jêr.

Berdevkê kooperatîfê Mîchel van Schîe ragihand ku neçar mene ku ji sedî 70-80’ê yên berhemên xwe tine bikin.

Ji ber vîrûsa Covîd-19 a kir ku piranî welatên Ewropayê bikevin karantînayê û rewşa îzalasyonê ketiye warê berfirehkirinê. Ji ber vê daxwazên gulan kêm bûne, hilberînerên gula pîvazê jî li benda ‘encamekî diramatîkin.’

Dîrektora Komeleya Hilberînerên Gulên Pîvazî ya Qiralyeta Hollanda (KAVB) Prîsca Kleîjn, diyar kir ku werza çinîna ku meha Çileyê destpê dike heta meha Nîsan û Gulandê dewam dike.

Kleîjn bal kişand ser hilberîna ji ber roja dayikan a meha Gulanê û destnîşan kir ku ji ber krîzên tenduristiyê yên ji ber Covîd-19 rastî ‘demê herî krîtîk ê salê’ hatine.

Li Hollandayê ji berveyî lale, gula zer, gula dawidî û gelek cûreyên din ên gulan dihilberîne.