Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Bi kepçeyan êrîşî Çaviyên Mûnzûrê kirin

Bi kepçeyan ketin nav Çaviyên Mûnzûrê. Navenda Lêkolînên Dêrsimê got ku, “Ev li dijî cihên me yên baweriyê êrîşek e.”

Li Çaviyên Mûnzûrê ya ku yek ji cihê pîroz ê Elewiyan e li ser navê ‘derdorê sererast bikin’ bi kepçeyan texrîbat hate destpêkirin. Navenda Lêkolînên Dêrsimê derbarê van ‘xebatan’ diyar kir ku kepçe tên bikaranîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Waliyê Dêrsimê diyar kiribû ku di xebatên peyzajê de wê kepçe neyên bikaranîn lê a niha kepçe li Çaviyên Mûnzûrê ne. Ev li dijî cihên me yên baweriyê êrîş e. Em bang li rayedaran dikin ku bila dev ji vê şaşitiyê berdin.

Berê jî dema raya giştî nerazîbûn nîşan dabû Walîtiyê îddîa kiribû ku “Wê li qadê kepçe neyên bikaranîn”.