Bi hezaran kes xwedî li azadiya çapemeniyê derketin

Girtina Gêrînendeyê Giştî ya Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û Nûnerê Enqere Erdem Gul, li ber navenda giştî ya rojnameyê ya Stenbolê bi tevlîbûna bi hezaran kesî hate protestokirin.

Girtina Gêrînendeyê Giştî ya Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û Nûnerê Enqere Erdem Gul, li ber navenda giştî ya rojnameyê ya Stenbolê bi tevlîbûna bi hezaran kesî hate protestokirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku ji bo piştgiriyê hate rojnameyê got "Emê destûr nedin ku çapemenî were bêdengkirin. Emê li hemberî dîktaya AKP û Qesrê bi hev re li ber xwe bidin"

Gerînendeyê Giştî ya Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û Nûnerê Rojnameya Cumhuriyetê yê Enqere Erdem Gul, ji ber nûçeya "TIR'ên MÎT'ê" bi îddiaya "sixurî", "îfşakirina razên dewletê" duh hatibûn girtin. Ji bo Dundar û Gul, li ber navenda giştî ya Rojnameya Cumhuriyetê ya li Stenbolê, bi hezaran kes civiyan û girtinê protesto kirin.

Li gel rojnameger û xwendevanên rojnameyê, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP û CHP'ê jî hatin ber avahiya rojnameyê.

Girse pir caran dirûşmeya "Hun nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin" qêriyan.

'EM Ê BI HEV RE LI BER XWE BIDIN'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî li ber avahiyê axaftinek kir. Yuksekdag diyar kir ku ji ber biryara girtinê bi hêrs in lê ne bêzar in û got "Li Tirkiyeyê hemû çapemeniya muxalîf di bin tehdîdê de ye." Yuksekdag got ku ewê serê xwe li ber rejîma otorîter netewînin û li hemberî zext û zordariyê bi hev re têbikoşin. Yuksekdag wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji nûnerên çapemeniya azad Dundar û Gul re, silavên gelên Tirkiyeyê yên li ber xwe didin dişînin. Emê li hemberî dîktaya AKP û Qesrê bi hev re li ber xwe bidin."

ROJNAMEYA CUMHURIYETÊ: VEGER TUNE YE

Li ser navê Rojnameya Cumhuriyetê jî daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê Rojnameya Cumhuriyet rojnamegerî û nûçegîhaniya xwe berdewam bike û ji reya xwe venegere.