Lewitîna hewayê kem bû, bikaranîna plastîkan zêde bû

Li gorî Ajansa Hawirdorê ya Yekîtiya Ewropayê (EEA), bi saya paşketina aboriyê ya ji ber şewba Covîd-19 kalîteya hewayê bi demkî baş bû be jî, bi taybetî bikaranîna plastîkê gelekî zêde bûye.

Ajansa Nûçeyan a YE'yê ji Sibatê û vir ve bi sedema ku hêla Covîd-19'ê bilez berbelav bû bandora xwe li ser hawîrdor û avûhewayê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji ber hêla koronayê sînordariyên ku hatin bicihanîn li ser hawîrdorê encamên baş anîne, nexasim lewitîna hewayê kêmtir bû. Di daxuyaniyê de hate gotin ji ber ku azot dîoksît (NO2) yên ji wesayit bimotor û termîk dertê kêm bûye, enflamasyonên bi rêya hilmijînê kêm bûye, reqemên têkilî Italya, Spanya û Fransayê hatin.

Lê belê tevî ku Covîd-19 trafîka bejahî û hewayî kêm kir jî, tedbîrên li dijî belavbûna şewbê hatine girtin bûne sedem ku hîn zêde plastîk bên bikaranîn. Li gorî EEA'yê zêdebûna bikaranîn maske, lepik û şûşeyên plastîk, her wiha jelên dezenfekteyê, kiriye ku plastîk hîn bêhtir bên bikaranîn.