Berktay: Li hemberî şerê AKP’ê yê li hember civakê, HDP
Ayşe Berktay a di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de ji Herêma Sêyemîn namzet bû, bang li her kesî kir ku li hember polîtîkayên şer, şerê li hember civakê, ji bo karibin bêjin dîsa azadî, dîsa hêvî, dîsa wekhevî û dîsa aştî, dengê xwe bidin HDP’ê.
ZEYNEP KÛRAY
STENBOL / ANF
şemî, 31 kewçêrê 2015, 17:40
Ayşe Berktay a di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de ji Herêma Sêyemîn namzet bû, rojek berî hilbijartinên 1’ê Mijdar, bang kir ku li hemberî şerê AKP’ê li dijî civakê daye destpêkirin bêjin HDP’e. Berktay cihê jin di nav HDP’ê de digirin û avakirina jiyana azad ji ANF’ê re ragihand, bang li her kesî kir ku li hember polîtîkayên şer, şerê li hember civakê, ji bo bêjin dîsa azadî, dîsa hêvî, dîsa wekhevî û dîsa aştî, dengê xwe bidin HDP’ê.
JIN DI HDP’Ê DE KIRDAR IN!
Berktay destnîşan kir ku jin di nav HDP’ê de bi awayekî xweser xwe rêxistin dikin, kirdar in, di her qad û mekanîzmayê de xwedî axaftin û biryar in. Berktay wiha axivî: “Hebûna hêza birêxistinkirî ya jinan her tim tê hîskirin. Ji ber vê jî pir bi nirx e. Jin di her cihî de guhertin û veguhertina pêk tîne, lêpirsîn dike, hûn wê xwebaweriyê di HDP’ê de hîs dikin.
Di HDP’ê de beşên tevahî civakê yên tên pelçiqandin, wekî din tên dîtin, tên mêtin, li derve tên hiştin, têkoşîna hevpar didin, dibin xwebûn û yên din jî nirx didin xwebûnê, hêzê jê digire. Di HDP’ê de bingeha jiyana wekhev û hevpar tê danîn. Bê ku bibin dewlet, desthilat; em têkoşîna xwerêveberiyê û rêxistinbûyinê didin. Ev ji bo têkîliyên pelçiqandin, rakirina mêtingerî, pêşerojek azad û demokratîk gavên diyarker in, bi nirxin.”
DIVÊ EM LI ÎRADEYA XWE XWEDÎ DERKEVIN
Berktay ev bang li gel kir:
"Ez bang li her kesî dikim ku li hember polîtîkayên şer, şerê li hember civakê, ji bo bêjin dîsa azadî, dîsa hêvî, dîsa wekhevî û dîsa aştî, dengê xwe bidin HDP’ê.
Pêwîst e em biçin sindoqan, dengê xwe û bi dengê xwe îradeya em datînin holê di 1’ê Mijdarê de û piştî wê jî em lê xwedî derkevin."